Erdogan li Konseya Ewlehiyê ya NYyê: Em ji durûtiya wan aliyan bêzar bûne

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Konseya Ewlehiyê ya NYyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku “Ji durûtiya wan aliyan bêzar bûne ku DAIŞ û rêxistinên dişibin wê wekî amûr bi kar tînin.”

Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê di 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.

Erdogan got ku Konseya Ewlehiyê (NY) êdî ne temînata ewlehiya dinyayê ye û bûye qada pevçûna stratejiyên siyasî yên 5 dewletan.

Erdogan derbarê şerê li Ukraynayê de diyar kir ji bo şer li ser bingeha parastina yekîtiya ax û serxwebûna Ukraynayê bi rêya diplomasi û diyalogê biqede dê hewldanên xwe bidomînin.

“Bi eşkere piştevaniyê dikin”

Erdogan destnîşan kir dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê gefa herî mezin ew e ku hêzen li ser vî welatî hesabên wan hene bi eşkereyî destekê didin “rêxistinên terorê”.

Erdogan got, “Em di serî de li  Îraq û Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Sahelê ji durûtiya wan aliyan bêzar bûne ku DAIŞ û rêxistinên dişibin wê weke amûr bi kar tînin.”

Erdogan bal kişand ser Rojhilatê Behra Spî û wiha got, "Çavê me di mafê ti kesî de nîne, em destûrê nadin ku ti kes jî mafên me tune bihesibîne."

“Divê pirsgirêk ji binî de were çareserkirin”

Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha diyar kir heya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ji binî ve neyê çareserkirin li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde çênabe û wiha axivî:

"Heya li gor sînorên 1967an dewleteke Filistînê ya serbixwe û erdnîgariyeke yekbûyî ava nebe, Îsraîl jî aramî û ewlehiya ku lê digere dê zehmet bibîne."

“Em piştgiriyê didin diyalogê”

Derbarê rageyşiya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de jî Erdogan got:

“Em hêvî dikin ku Ermenistan sozên ku dane bi cih bîne. Em piştgiriyê didin pêvajoya diyalogê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de lê em dibînin ku Ermenistan vê derfeta dîrokî nanirxîne."

Erdogan derbarê mijara Qerebaxê de jî got, “Êdî hatiye qebûlkirin ku qerebax axa Azerbeycanê ye.

Ez geşedana neyinî ya di navbera Ermenistan-Azerbeycanê de şermezar dikim û hêvî dikim ku demildest dawî li bûyerên li herêmê bê."

“Neyartiya li hemberî Îslamê belav dibe”

Erdogan anî ziman ku nijadperestî, dijberiya biyaniyan û neyartiya dijî Îslamê li welatên pêşketî wekî vîrusekê belav dibe û wiha pê de çû:

“Hişmendiya ku li Ewropayê di bin navê azadiya fikrê de destûrê dide êrişên li hemberî Quranê êdî nayê qebûlkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst