Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê ragihand ku Tirkiyeyê qebûl kiriye ku ji roja Çarşemê û pê ve rojane herikîna avê ji çemên Dîcle û Feratê di saniyeyê de bi qasî 420 metresêca zêde bike.
Ev rêkeftin piştî civîna roja sêşemê ya li Enqereyê di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî de pêk hat.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Parlamentoya Îraqê, Serokomarê Tirkiyeyê daxwaza Meşhedanî ya "berdana 420 metresêca av di saniyeyê de, ji roja Çarşemê ve" pesend kiriye.
Meşhedanî "daxwaz kiribû ku serkirdayetiya Tirkiyeyê giringiyê bide pirsgirêka avê ya Îraqê" da ku hemû welatiyên Îraqê bigihîjin avê, "bi taybetî li herêmên ku ji ziwabûn û kêmasiyê li başûrê Îraqê dinalin."
"Erdogan bi erênî bersiv da"
Di daxuyaniyê de ji zarê Erdogan hat ragihandin ku wî "bi erênî bersiv daye" û gotiye, "Tirkiye tiştê ku Xwedê daye wê, bi birayên xwe yên li Îraqê re parve dike û dê vî tiştî ji wan mehrûm neke."
Îraq ji bo dabînkirina ava xwe bi giranî pişta xwe bi çemên Dîcle û Feratê girê dide ku her du jî ji Bakurê Kurdistanê derdikevin.
Lê belê projeyên mezin ên bendavan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di nav de Projeya Başûrrojhilatê Anadoluyê (GAP), herikîna avê ber bi Îraqê ve bi awayekî berbiçav kêm kiriye.
Kêmbûna avê rê li ber çolbûnê vedike
Vê kêmbûna avê rê li ber ziwabûn û çolbûneke tund vekiriye.
Rapor nîşan didin ku Îraq niha kêmtirî ji sedî 40ê para xwe ya dîrokî ya avê werdigire ku ev yek zexteke mezin dixe ser çandinî, bikaranîna rojane û domdariya jîngehê.
Îraq û Tirkiye derbarê parvekirina avê di heman demê de di nav peyman û dan û standinan de ne.
Di Nîsana 2024an de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo birêvebirina çavkaniyên avê yên hevbeş li Bexdayê peymaneke stratejîk a bi milyaran dolaran îmze kir.
Peymana 10 salî projeyên hevbeş ên birêvebirina çeman dihewand û derî li ber zêdekirina veberhênanên Tirkiyeyê di bin hevahengiya Îraqê de vekir.
Tevî vê peymana girîng, Îraq hîn jî bi qeyraneke giran a avê re rû bi rû ye.
"Rezervên avê yên Îraqê daketin asta herî nizm a di 80 salên dawî de"
Li gorî Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê Xalid Şemal, di dawiya meha Gulanê de rezervên avê yên Îraqê daketin asta herî nizm a di 80 salên dawî de.
Xalid Şemal di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de hişyarî da û got, “Di destpêka werzê havînê de, divê herî kêm 18 milyar metresêca ava me hebe.
Îro tenê nêzîkî 10 milyar ava me heye" û da zanîn ku planên çandiniyê bi awayekî berbiçav hatine kêmkirin.
Ji ber qeyrana berdewam, siyasetmedarên Îraqî bi berdewamî banga peymaneke navneteweyî ya berfireh û bizorlêker li gel Tirkiyeyê kirine da ku para adil a Îraqê ya avê misoger bikin û domdariya demdirêj pêk bînin.
Zexta gel jî zêde dibe. Li parêzgehên başûr ên wekî Besrayê di hefteyên dawî de ji ber kêmbûna avê û pîsbûnê xwenîşandanên berfireh hatin lidarxistin.
Rêya bipêşketinê
Ji bilî pirsgirêka avê, Serokê Parlamentoya Îraqê Meşhedanî tekezî li ser ewlehî û aramiya heyî ya Îraqê kir wekî derfetek ji bo kûrkirina têkiliyên aborî.
Meşhedanî teşwîq kir ku "şirketên Tirk ên bi nav û deng" di projeyên stratejîk de veberhênanê bikin, di nav de Projeya Rêya Bipêşketinê ku wî got dê "bandoreke kûr li ser aramiya aborî û siyasî ya herêmê bike."
Projeya Rêya Bipêşketinê ku wekî Kanala Zîwa jî tê zanîn projeyeke transîtê ya 17 milyar dolarî ye ku dê Kendava Farisî bi Ewropayê ve bi rêya Bendera Few a Mezin a Îraqê girê bide û heta sînorê Tirkiyeyê li Fîşxabûrê li başûrê rojavayê Herêma Kurdistanê bidome.
Armanca projeyê ew e ku pozîsyona jeopolîtîk a Îraqê xurt bike, aboriyê geş bike û bi hezaran derfetên kar peyda bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse