Hewlêr (Rûdaw) - Di doza sereke ya derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê hat dayîn.
Li Sîncana Enqereya paytexta Tirkiyê îro dadgehkirina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş birêve çû.
Dadgehkirina Selahattîn Demîrtaş a li Dadgeha Cezayê Giran a 18an a Enqerê ya cara 11an li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li wî bajarî pêk hat.
Dadgehê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi, ‘birêvebirina rêxistina terorê’, ‘bangeşeya rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş da. Biryara azadkirina Hevserokê berê yê HDPê bi yekdengî hat wergirtin.
Lêbelê ji ber ku ji dosyayeke din din, li Demîrtaş 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn, Demîrtaş nayê berdan.
Parlamentera HDPê ya Sêrtê, Meral Daniş Beştaş jî derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku Demîrtaş ev 2 sal û 10 meh in di zîndanê de ye û got ku li gor biryarên dadgeha bilind dikeve nav wê maweyê ku li gor yasayan, divê sala dawîn a cezayê xwe bi mercê kontrola edlî li derve temam bike û daxwaza azadkirina Demîrtaş da.
Selahattîn Demîrtaş ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li dadehê amade nebû, derbarê biryara azadkirina xwe de got, ji ber ku ceza li wî hatiye birîn niha di girtîgehê de ye û diyar kir, “Bo dadgehkirina dadperwer, ya bi xêr be.”
Demîrtaş ji aliyê 26mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi tohmeta, ‘bangeşeya rêxistina terorê’ 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman jî derbarê biryara dadgehê de got, ji ber ku ji dosyayeke ceza lê hatiye birîn niha nayê berdan, lêbelê piştî serlêdanan, di çarçova kontrola edlî de ew li bendê de di demeke nêzîk de ji zîndanê derkeve.
Dadgehkirina Demîrtaş di 7,8 û 9ê Çîleya 2020an dê berdewam bike.
Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse