Soylu bo Balyozê Amerîkayê: Destê xwe yê qirêj ji ser Tirkiyê vekişîne

03-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Ez ji vê derê bang li Balyozê Amerîkayê dikim; destê xwe yê qirêj ji ser Tirkiyê vekişîne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îro 3ê Sibata 2023ê li Antalyayê di “Civîna Nirxandina Rêveberên Îdareya Koçê ya Bajaran a Serokatiya Îdareya Koçê” de axivî.

Soylu ragihand, heta niha 543 hezar koçberên Sûrî bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.

Soylu, derbarê rojeva girtina konsulxaneyên hin welatan ên li Stenbolê de axivî û ji ber girtina konsulxaneyan Balyozê Amerîkayê tohmetbar kir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje: “Her balyozê Amerîkayê ku tê Tirkiyê, dikeve nav wê geremolê û dibêje `gelo ez ê çawa li Tirkiyê darbeyê bikim û bidim kirin.` Hemû wiha ne. Ev bêşansiyeke bingehîn a Tirkiyê ye. Derdê hemû balyozên Amerîkayê ew e: Gelo ez ê çi bikim, çi bidim kirin, zerarê bidim Tirkiyê û bikevim çavên xwediyê xwe. Ji salan e bêşansiyeke Tirkiyê ev e. Dê balyozên welatên din kom bike û pit, pit, pit aqil bide wan. Li Ewropayê jî heman tiştî dikin, balyozên Amerîkayê Ewropayê birêve dibin. Ewropî ji vê gotinê aciz nabin, ji ber ku rastiyan dizanin. Rûdinin û dîzayn dikin, wiha dizanibûn ku dê Tirkiyê jî dîzayn bikin, lê zilamê bi navê Recep Tayyip Erdogan planên wan têk dan. Wiha dizanibûn dê li Tirkiyê rûnin planan bikin û dîzayn bikin. Ez ji vê derê bang li balyozê Amerîkayê dikim; ez dizanim tu nivîsan bi kîjan rojnamevanan didî nivîsandin, destê xwe yê qirêj ji ser Tirkiyê vekişîne. Ez gelek bi zelalî dibêjim; destê xwe yê qirêj ji ser Tirkiyê vekişîne.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst