Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê cîpê li welatiyên ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibin xist.
Di qezayê de de 3 kes mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Cîpa bi plakaya 33 ATE 039 ku navê şofêrê wê nehatiye zanîn, li ser rêya D-400ê li çerxerêya Bekirdeyê, li peyayên ku dixwest ji ser derbasoka peyayan derbasî aliyê din bibin xist.
Piştî agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Parêzgarê Mêrsînê Atîlla Toros û Birêvebirê Ewlehiyê yê Bajêr Îdrîs Yilmaz jî çûn cihê qezayê û ji tîman agahî wergirtin.
Atîlla Toros di heqê bûyerê de ji rojnamegeran re axivî û got:
"Otomobîleke ku hewl dida barhilgireke ji aliyê Tarsûsê ve ber bi Mêrsînê ve dihat derbas bike, li welatiyên me xist û em bi bûyereke wiha ya xemgîn re rû bi rû man.
Du welatiyên me li cihê bûyerê, welatiyekî me jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Ez ji Xwedê ji bo miriyan rehmetê dixwazim. 3 welatiyên me jî li nexweşxaneyên me tên dermankirin.
Ez ji bo wan jî şifaya xêrê dixwazim."
Hat zanîn ku ajokarê cîpê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse