Daristanên Hatayê bûn xwelî

03-07-2025
RÛDAW
Daristanên Hatayê û yên hinek parêzgehên din dişewitin / Wêne: Ji ber dîmenan
Daristanên Hatayê û yên hinek parêzgehên din dişewitin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Hatay Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi daristanan ket û çend roj in berdewam dike.

Çend roj in daristanên Hatayê û yên hinek parêzgehên din dişewitin.

Agir rûberekî berfireh yê daristanê kiriye xwelî û li ser cihên niştecihbûnê bûye gefek.

Şêniya Hatayê Hatîce Ozberkê li ser şewata daristanan got:

“Mixabin rewşeke gelekî zehmet e. Hîn me xwe ji tirs û wêraniya erdhejê rizgar nekiriye niha jî tirsa agir çêbûye.

Zarokên min tirsiyan û me ew şandin cihekî din.

Du roj in li bendê ne, hêvîdar im agir negihêje vê derê.”

Li gorî Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê zêdeyî hezar û 400 kesî ji herêmê hatine derxistin.

Şêniyê Hatayê Ahmet Korkmaz jî anî ziman:

“Berê ezmûna me ya erdhejê hebû.

Piştî erdhejê em hatine vê derê û me ji bo cihê mayînê, konteyner çêkir.

Dikarim bibêjim me her tişt dubare kir.”

Rayedarên Hatayê ji bo hefteya bê hişyariya “germahiya zêde” daye û ragihandiye ku pêwîst e şêniyên herêmê heta 15ê mehê ji rewşa avhewayî agahdar bin.

Orhan Safiyê ji Hatayê jî da zanîn:

“Vê sibehê li vî alî dûxan bilind bû.

Eger parastin û balafirên agirvemirandinê wekî ku pêwîst dikir hebûna, zerer nedigihişt xwezaya me ya delal.

Ji ber vê yekê em gelekî dilgiran in. Bibîranînên zarokên me, bibîranînên jiyana me neman.”

Vê parêzgehê karesatên din jî dîtine ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de rûbirûyê wêraniyeke zêde bû.

Hatay li gel Sûriyeyê hevsînor e û li beşê bakurrojhilat jî hevsînorê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst