Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku îdiaya Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar a derbarê "darbeya li dijî Bahçelî" derew e û got, "Birêz Bahçelî bi awayekî cidî rîsk standiye."
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar îdia kiribû ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de gotiye ew giringiyê dide însiyatîva Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî lê eger pêvajo bi ser nekeve, dibe ku di nava MHPyê de darbe li Bahçelî were kirin.
Tayyar daxuyaniya berê ya Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ya "Eger pêvajo bi ser nekeve mekanîzmaya darbeyê dikeve dewreyê" bi bîr xistibû û angaşt kiribû ku Ocalan di vê mijarê de navnîşaneke diyarkirî nîşan daye û gotibû:
"Di hevdîtina dawî de Ocalan mijarê hinekî din vedike û derbarê Devlet Beg de hevokên girîng bi kar tîne.
Gava Bahçelî gelekî girîng dibîne lê dibêje eger pêvajo bi ser nekeve, dê di nava MHPyê de darbe li Devlet Beg bê kirin.
Ew beşa ku Gulistan Koçyîgît dibêje 'mekanîzmaya darbeyê dikeve dewreyê' ev e.
Lê beşa Bahçelî heta niha qet nehatibû axaftin, ez vê yekê cara ewil tînim ziman."
"Ev manîpulasyon e"
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îdiaya Şamîl Tayyar a "Eger pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHPyê de darbe li Bahçelî were kirin" red kir û got ku di hevdîtinê de îfadeyeke wiha derbas nebûye.
Koçyîgît ji Rojnameger Îrfan Aktan re axivî û got:
"Hevokeke Birêz Ocalan a wekî 'Eger pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHPyê de darbe li Bahçelî were kirin' tune" û wiha pê de çû:
"Bi awayekî zelal, rasttir e ku mirov bibêje wî bi şêweyê herî giştî diyar kiriye ku 'Eger pêvajo bi ser nekeve mekanîzmaya darbeyê dikeve dewreyê û ev jî gelek aliyan dike hedef.'
Ev manîpulasyonek e û her kes wî kesê ku vê dike nas dike. Ne tiştekî wekî ku Şamîl Tayyar gotiye ye.
Birêz Bahçelî ji roja ewil ve bi awayekî cidî rîsk wergirtiye, ji bo bipêşveçûna vê pêvajoyê berpirsyarî girtiye ser xwe û tiştê ku divê bibe bi awayekî pir eşkere û zelal tîne ziman û li cihekî wiha disekine.
Fokusek heye. Ev fokus bi awayekî piralî dixwaze xeta dijberî çareseriyê xurt bibe û hewl dide her kesî bikişîne vê derê.
Divê her kes pozîsyonekê nîşan bide ku rê li ber xurtbûna fokusa dijberî çareseriyê bigire."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse