TIRKIYE - Salane bi navînî 180 hezar zarok ber bi sûc ve tên dehfdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zarok Sûc Dehfdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê amarên têkildarî tevlîbûna zarokan a nav sûc, di 10 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 17,47 zêde bûne û ev rewş wekî hişyariyekê tê nirxandin.

Pispor balê dikişînin ser kûrahiya sosyoekonomîk, di medyaya civakî de "estetîzekirina sûc" û di darazê de "hesta bêcezatiyê", ev faktor dibin sedem ku rêxistinên sûc zarokan wekî "zirx" bi kar bînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku nifûsa ciwanan 21,8 mîlyon e û ji her çar kesan kesek zarok e, statîstîkên "zarokên ku ber bi sûc ve hatine dehfdan" nîşan didin ku civak li ber sînorê şikestineke mezin e.

Li gorî amarên Wezareta Dadê û Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara zarokên ber bi sûc ve hatine dehfdan di sala 2024an de bi 188 hezar û 926an gihişt lûtkeya 10 salên dawî.

Di sala 2025an de ev hejmar hinekî kêm bû û bû 186 hezar û 256.

Ev reqem nîşan didin ku di deh salên dawî de di hejmara zarokên tevlî sûc dibin de zêdebûneke dramatîk heye.

Amarên Wezareta Dadê bi awayekî eşkere diyar dikin ku di salên dawî de li Tirkiyeyê pirsgirêka zarokên ber bi sûc ve tên dehfdan giran bûye.

Li gor amaran, hejmara van zarokan li gorî salan wiha ye:

2015: 158 hezar û 560

 2016: 146 hezar û 737

2017: 145 hezar û 210

2018: 157 hezar û 96

2019: 161 hezar û 378

Tê dîtin ku di vê heyamê de hejmar bi gelemperî di asteke wekîhev de maye lê di sala 2020î de bi bandora pandemiya Kovid-19ê, hejmara zarokan li gorî sala berê bi rêjeya ji sedî 25,8 kêm bûye û daketiye 119 hezar û 769an.

Di 10 salan de zêdebûna bi rêjeya ji sedî 17,47

Hatiye tesbîtkirin ku sala 2021ê de 134 hezar û 464 zarok tevlî sûc bûne.

Ev rêje sala 2022yan li gorî sala berê ji sedî 31 zêde bûye û gihiştiye 176 hezar û 128an û 2023yan jî bûye 177 hezar û 174.

Di nav statîstîkên 10 salên dawî de hejmara herî bilind sala 2024an bi 188 hezar û 926an hatiye tomarkirin.

Sala 2025an ev hejmar li gorî sala berê bi rêjeya ji sedî 1,4 kêm bûye û bûye 186 hezar û 256.

Bi giştî, di navbera salên 2015 û 2025an de hejmara zarokên ku ber bi sûc ve hatine dehfdan bi rêjeya ji sedî 17,47 zêde bûye.

Sûcên herî zêde: Birîndarkirin, dizî û gefxwarin

Li gorî amaran, li Tirkiyeya ku zêdetirî 21 mîlyon zarok lê dijîn, sala 2025an rêjeya zarokên tevlî sûc bûne nêzîkî ji sedî 0,88an e.

Sûcên sereke yên ku zarokan tê de cih girtiye ev in: Birîndarkirina bi qestî, dizî, heqaret, gefxwarin, zererdayîna mal û milk, binpêkirina nepeniya malê, talan, kirîn an hilanîna madeyên hişbir, xapandina bi fêlbaziyê û îstîsmara zayendî ya zarokan.

"Di nav civakê de mijara herî mezin hesta bêcezatiyê ye"

Parêzer Cemalettîn Gurlerê ku salên dirêj li ser psîkolojiya dadê li zanîngehan perwerde daye, bale dikişîne ser zêdebûna rêjeya sûc û bi taybetî zêdebûna piştî Kovid-19ê.

Gurler ji medya Tirkiyeyê re ev rewşê bi rengê "tirsnak" bi nav kir û got:

"Gelek sedemên vê zêdebûnê hene. Gelek hêmanên sosyoekonomîk, çandî û hiqûqî digihin hev û zarokan ber bi sûc ve dehf didin.

Kêmasiyên aborî ji aliyekî ve, hebûna kes û avahiyên ku bi rêya medyayê pereyên hêsan û bilez qezenc dikin ji aliyê din ve bandorê dikin.

Her wiha kûrahiya aborî, çandên herêmî û bawerî jî beşek ji vê avahiyê ne.

Paradoksa herî mezin ev e: Hikûmên di hiqûqa înfaza cezayan de ku ji bo parastina zarokan û vegerandina wan a nav civakê hatine amadekirin, di destê rêxistinên sûc de bûne 'zirxek' ji bo parastina sûcdaran.

Îro mijara ku em di civakê de herî zêde nîqaş dikin hesta bêcezatiyê ye."

"Heke piştî 4 mehan ev sûc bikira, dê muebet bistanda"

Gurler mînakek ji dozên ku dişopîne da: "Li Manîsayê dozeke min heye. Zarokekî ku tenê 4 meh mabûn bibe 18 salî, bi çifteyê diçe ser malekê.

Du keçên malê birîndar dike û bavê wan dikuje, tu hinceta wî jî tune.

Di dawiyê de dibêje, 'Min ji keça wî hez dikir, gava min bihîst dê nîşan bibe min ev kir.'

Eger ev sûc 4 meh bi şûn de bikira, dê cezayê muebetê (cezayê heta hetayê) bistanda lê niha ev kes dê piştî 5 salan vegere nav me.

Malbata wî jî dema ew di girtîgehê de ye, li ser medyaya civakî parvekirinan dikin û dibêjin 'Şêr di girtîgehê de radizên'."

"Şêwazê wan ne mode ye, rêbazeke tinekirina delîlan e"

Gurler destnîşan kir ku çete zarokan bi kar tînin û zarok piştî ku dikevin girtîgehê di nav rêxistinê de dibin xwedî meqam.

Gava ji girtîgehê derdikevin jî bi fîşekên hewayî, muzîk û konvoyên wesayîtan tên pêşwazîkirin û ji sûcê wan re li çepikan dixin.

Gurler bal kişand ser şêwazê kinc û pora van zarokan jî:

"Pora wan ji her du aliyan û ji piştê ve sifir e, hemû wekî hev in. Li ser wan montên an kincên fireh, li jêr jî pantolonên sporê yên rehet hene.

Gava hûn ji piştê ve lê dinêrin, hemû dişibin hev. Heke ne kur an keça we be, hûn nikarin wan ji hev cuda bikin.

Hûn wiha fêm dikin ku ev mode ye lê bi rastî ev rêbazeke tinekirina delîlan e. Ji ber gava sûcek tê kirin, heke li wê herêmê 500 kes bi heman kincî bin, tesbîtkirina sûcdar gelekî dijwar dibe.

Dîsa di van demên dawî de karê kuryeyan bi motorsîkletan pir belav bûye û endamên rêxistinên sûc bi maske û kaskan van derfetan bi kar tînin."

Hişyariya ji bo medyaya civakî û rêzefîlman

Gurler diyar kir ku têgihiştina "Bila polîs bigire û dadger bigire" êdî nabe çareserî û divê polîtîkayên nû werin bipêşxistin.

Wî bal kişand ser wê yekê ku di medyaya civakî û rêzefîlmên televizyonê de mafya û çek wekî tiştên asayî tên nîşandan.

Pêşniyar

Gurler ji bo çareseriyê van pêşniyaran dike:

“Divê hawirdora çandî ya ku dibe sedema van sûcan were guhertin û qadên ku hêviyê didin zarokan bên avakirin.

Divê dewleta civakî were xurtkirin û kesên gendel ên di nav saziyên ewlehiyê de werin paqijkirin.

Divê li ser nirxan perwerdeyek were dayîn û saziya malbatê were xurtkirin.

Divê girtîgehên zarokan û malên islahê bi xwe jî werin islahkirin.

Ew herî dawî bi gotina, “Ev xebateke demdirêj e, temîrkirina vê zererê herî kêm dê 10 an 20 salên me bistîne” balê dikişîne ser dema pêwîst a ji bo pêçana vê birînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst