Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku wêneyê du zarokên ku sembola niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, dê bikevin ser bergê pirtûkên dersa Kurdî.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro daxuyaniyek da.
Alan Heme Seîd di daxuyaniya xwe de got:
"Me biryar da ku em wêneyê wan her du zarokên ku sembola asteke bilind a niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, bixin ser bergê pirtûkên xwendinê û ji bo sala xwendinê ya bê werin çapkirin."
Çîroka wan du wêneyan
Yek ji wan wêneyan ê zarokekî du salî ye li Silêmaniyê ku di mîtîngeke taybet a bi piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê de alayek li xwe pêçaye û bi memikê devê xwe ve mil bi milê xwenîşanderan li cadeyeke Silêmaniyê dimeşe.
Wêneyê duyem jî yê zarokekî xwedî pêdiviyên taybet e li Hewlêrê ku alayeke Kurdistanê li xwe pêçaye û bi darşikên xwe ve beşdarî mîtîngeke piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûye.
Dê li ser bergê kîjan pirtûkan bin?
Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, bicihanîna vê biryarê wiha ye:
- Wêneyê zarokê Hewlêrî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola şeşem a seretayî.
- Wêneyê zarokê Silêmaniyê jî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola yekem a seretayî.
Derbarê armanca vê gavê de, Wezîrê Perwerdeyê amaje bi wê yekê kir ku ev mijar "Wateyeke kûr a li ser perwerdekirina niştimanî ya nifş li pey nifşî heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse