Îranê xwest ku ji bo wergertina zanyariyên derbarê vîrûsa koronayê de şandekê bişîne Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku Îranê xwestiya şandeke xwe bo wergirtina zanyariyên derbarê vîrûsa koronayê de bişîne Tirkiyê, lê wan ji rayedarên Îranê re gotine ku şanda xwe neşînin, em bi rêya Skypeyê peywendiyan danîn.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî Çînê herî zêde li Îranê xelk ji ber vîrûsa koronaya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Fahrettin Koca diyar kir ku Îranê gelek dereng cidiyeta metirsiya vîrûsa koronayê fam kir û wiha pê de çû: “Li Îranê bi awayeke lez vîrûsa koronayê belav bû. Me pêşniyar kir ku deriyên bajarê Qumê bigirin, lê wan got ku pêwîst nake. Niha jî piştî ku rewş cidî bûye, daxwaza alîkariyê dikin û dibêjin em dê çawa li hemberî koronayê tevbigerin.”
Koca da zanîn ku Îranê xwestiya şandeke xwe bişîne Tirkiyê, ku ji Destaya Zanîstî ya Tirkiyê derbarê vîrûsa koronayê hinek zanyarî werbigrin, lê wan ew daxwaza Îranê red kiriye gotine hewca nakin hûn werin, Skype heye û dikarin bi rêya wê danûstandinan bikin.
Di heman demê de Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê destnîşan kir ku her diçe lê Çîn û çend welatên din rêjaya belavbûna vîrûsa koronayê kêm dibe, lê li Îranê berevajoyê wê zêde dibe.
Ev yek di demekê de ye ku li Îranê ji duh ve heta îro 15 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê vîrusê gihîştiye 92 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse