Parêzgariya Stenbolê dibêje milyonek û 305 hezar û 307 biyanî bi aweyek yasayî li wî bajarî nîştecih in
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand, milyonek û 305 hezar û 307 kes biyanî bi aweyek yasayî li Stenbolê nîştecih in û 542 hezar û 45 kes Sûrî ne. Parêzgariya navborî dibêje ew dê bi hevahengiya hemû saziyên fermî rûbirûyî wan koçberan bibin ku bi awayek neyasayî li wî bajarî dimînin û mafê wan ê rûniştinê nîne.
Parêzgariya Stenbolê îro 4ê Gulana 2022ê bi daxuyaniyekê amara welatiyên biyanî ku bi awayek yasayî li wî bajarê Tirkiyê niştecih in belav kirin.
Bi gotina parêzgariya Stenbolê milyonek û 305 hezar û 307 kes biyanî bi aweyek yasayî li Stenbolê nîştecih in, ku ji van 542 hezar û 45 kes koçberên Sûrî ne û bi aweyê parastina demkî mafê rûniştinê bo wan hatiye dayîn. Herwiha 763 hezar û 262 kes jî ew koçberên biyanî ne ku bi aweyekî yasayî hatine nav Tirkiyê û mafê rûniştinê wergirtine.
Parêzgariya Stenbolê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku ew dê bi hevahengiya hemû saziyên fermî rûbirûyî wan koçberan bibin ku bi awayek neyasayî li wî bajarî dimînin û mafê wan ê rûniştinê nîne û dibêje: “Ji aliyê rêveberiya Koç û Koçberan a Stenbolê derbarê 71 hezar û 959 koçberên neyasayî karûbarên yasayî hatine destpêkirin. 23 hezar 72 kes ji van hatine dersînorkirin, 39 hezar û 525 kes jî ji bo karûbarên vegerandinê bo navêndên paşdevegerandinê yên bajarên din hatin şandin.”
Parêzgariya Stenbolê dibêje: “Di navbera 1ê Çile heta 3ê Gulana 2022ê de 11 hezar û 936 jê Efxan û 2 hezar û 853 kes jê Pakistanî, derbarê 25 hezar û 644 koçberên neyasayî karûbarên yasayî hatine destpêkirin. Ji van 8 hezar û 773 kes hatin dersînorkirin, 12 hezar û 684 kes ji bo ku bên dersînorkirin, bo navêndên paşdevegerandinê yên li bajarên din hatin şandin.”
Parêzgariya Stenbolê dide zanîn ku di roja yekem a Cejna Remezanê de karûbarên dersînorkirina 240 koçberên neyasayî destpêkirin û plana dersînorkirina 280 koçberên Efxan bi hêlên asmanî hatiye cîbicîkirin û tekez dike ku kar û xebatên dersînorkirina koçberên neyasayî dê bi aweyekî bi bandor berdewam bin.
Di berdewamiya daxuyaniya parêzgariya Stenbolê de hatiye gotin:” Her welatiyê biyanî yê li bajarê me, ne koçber an penaber e û geştiyar jî tên bajar û vedigerin welatê xwe. Bi taybet di mehên havînê de hejmareke zêde ya geştiyaran ji bo dîtina cihên geştiyarî yên bajar, serdana bajarê me dikin. Di Adara borî de li gor sala derbasbûyî, hejmara geştiyarên tên bajarê me ji sedî 112 zêde bûye û gihiştiye milyonek û 156 hezar û 400 kes û di 3 mehên destpêkê yên îsal de jî gihiştiye 2 milyon û 904 hezar û 460 kes. Geştiyarên ku herî zêde serdana Stenbolê dikin, bi rêjeya ji sedî 10,09 ji Îranê, bi rêjeya ji sedî 7,97 ji Almanya û bi rêjeya ji sedî 7,82 jî ji welatê Rûsyayê tên.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse