Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk behsa pêvajoya nû kir û eşkere kir ku dê di rojên pêş de gavên şênber bên avêtin.
Omer Çelîk diyar kir ku ew pêvajoya xwefesixkirina PKKyê ji nêzîk ve dişopînin.
"Dema PKK çekan deyne dê demeke nû dest pê bike"
Desteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya.
Piştî civînê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk daxuyaniyek da.
Çelîk amaje bi bihêzkirina eniya navxweyî ya Tirkiyeyê da û diyar kir ku hêzên emperyalîst ji bo ku li navçeyê projeyên xwe pêk bînin rewşê şolî dikin lê bi armanca "Tirkiyeya bêteror" dê Tirkiye hewldanên wan pûç bike.
Berdevkê AK Partiyê amaje bi Kongreya PKKyê kir û got:
"Dema pratîkî jî teror bidawî bibe, dê bandoreke erênî li ser sîstema siyasî û demokrasiya me bike.
Dê enerjiyeke nû bide sîstema siyasî û demokrasiyê. Di bidawîkirina terorê de her gaveke erênî dê gaveke din bi xwe re bîne û atmosfera siyasî biguhere."
"Divê PKK xwe fesix bike"
Çelîk diyar kir ku dema PKK bi hemû şax rêxistinên xwe ve çekan deyne û xwe fesix bike, dê demeke nû dest pê bike.
Bi vî awayî dê di destên wan hêzên ku bi şerên wekalet dixwazin li herêmê serweriya xwe pêk bînin tiştek nemîne.
Berdevkê AK Partiyê behsa helwesta Erdogan a li ser pêvajoyê jî kir û got:
"Piştî serokkomarê me li parlamentoyê banga bihêzkirina eniya navxweyî ya Tirkiyeyê kir û banga dîrokî û stratejîk ya Birêz Devlet Bahçelî çêbû, di siyasetê de tabloyeke nû derket holê.”
Berdevkê AK Partiyê da zanîn ku dema Serokkomarê Tirkiyeyê îradeyeke bihêz nîşan da, ev pêvajo bû polîtîkaya dewletê.
"Êrişa li ser Ozgur Ozelê li ser demokrasiyê hatiye kirin"
Omer Çelîk di berdewmiya axaftina xwe de êrişa fîzîkî ya li ser Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî bi tundî şermezar kir û diyar kir ku êriş divê li ser hemû saziyên siyasî û demokrasiyê were hesibandin.
Berdevkê AK Partiyê êriş şermezar kir û got, “Em careke din vê êrişê şermezar dikin.
Em hêviyên xwe yên silametiyê ji malbata Ozel û CHPyê re dibêjin. Ji kê were, li dijî kîjan serokê giştî were kirin, ew hemû siyasetê dike armanc."
Çelîk diyar kir ku tehdîdên li ser medyaya civakî yên ku li malbata Ozgur Ozel tên kirin ji nêzîk ve tên şopandin û saziyên ewlehiyê pêvajoyê dişopînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse