Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di çarçoveya “pêvajoya çareseriyê” de gavên girîng tên avêtin.
Erdogan da zanîn ku ew dê hefteya bê şandeyeke DEM Partiyê pêşwazî bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê got, “Çekdanîna rêxistinê dê ji bo ewlehî, demokrasî û geşepêdana Tirkiyeyê bibe destpêka serdemeke nû.”
Recep Tayyip Erdogan, piştî vegera ji Azerbeycanê, di nav balafirê de bersiv da pirsên rojnamegeran.
Erdogan li ser pirsa hevdîtina şandeya DEM Partiyê û pêvajoya çareseriyê diyar kir ku ew bi hestyarî û bi gavên ewle bi pêş ve diçin û nahêlin ti provokasyon pêvajoyê têk bide.
Hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê
Erdogan derbarê hûrgiliyên hevdîtina li gel DEM Partiyê wiha got:
“Hevdîtin hefteya bê çêdibe. Berpirsê ofîsa min a taybet Birêz Hasan Dogan dê dîroka zelal diyar bike.
Ji aliyê DEM Partiyê ve dê hevserokên berê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi hev re beşdar bibin.
Ji aliyê me ve jî li gel min, Wekîlê Serokê Giştî yê Partiya me Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin dê amade bin.
Em dê gavên ku heta niha ji bo gihîştina armanca Tirkiyeya bêteror hatine avêtin û pêngavên paşerojê gotûbêjê bikin.”
“Em piştevaniya geşedanên aştiyane li Sûriyeyê dikin”
Serokkomarê Tirkiyeyê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi pêşhatên li Sûriyeyê kir û rakirina dorpêçên aborî yên Amerîkayê wekî pêngaveke girîng bi nav kir.
Erdogan tekez kir ku Tirkiye piştevaniya her gaveke ji bo aştî û aramiyê li Sûriyeyê dike û got:
“Çawa ku me di rojên destpêkê yên şerê navxwe de piştgiriya gelê Sûriyeyê kir, em dê di pêvajoya jinûveavakirina welatê wan de jî li cem wan bin.”
Erdogan bal kişand ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û wiha domand:
“Divê hemû hêzên çekdar bên bêbandorkirin û li seranserê axa Sûriyeyê tenê serweriya Artêşa Sûriyeyê hebe.
Em amade ne ji bo vê yekê her cure piştgiriyê bidin. Em ti plana ku rêxistinên terorê û şaxên wan rewa bike qebûl nakin.”
Piştgiriya aborî û enerjiya ji bo Sûriyeyê
Serokkomarê Tirkiyeyê behsa hevkariyên aborî jî kir û got ku ew dikarin li bakurê Sûriyeyê projeyên wekî herêmên bazirganiya azad, navendên lojîstîk û bazarên sînorî pêk bînin.
Erdogan mizgîneyek jî da û wiha pê de çû,“Di hevdîtina me de, birayê min Îlham Aliyev (Serokê Azerbeycanê) ji bo gaza xwezayî ji Sûriyeyê re got, ‘Ez amade me her cure piştgiriyê bidim.’
Ev gelekî girîng e, ji ber ku niha pirsgirêka herî mezin a Sûriyeyê enerjî ye.
Ez bi vê mizgîniyê gelekî kêfxweş bûm.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse