Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî û got, helwesta DEM Partiyê baş e .
Erdogan her wiha got ku ew bawer e ku Komîsyon dê biryara herî rast bide.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li parlamentoyê di komcivîna partiya xwe de axivî.
Erdogan da zanîn ku dema Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser dike, li derve jî serkeftî dibe û rêza ku jê re tê girtin zêde dibe.
Erdogan pesnê xebatên Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê da û helwesta DEM Partiyê ya di pêvajoyê de bi başî pênase kir.
“Piştgiriya Bahçelî gelekî girîng bû”
Erdogan wiha got, “Bi pêvajoya çareseriyê, Tirkiye dê ji astengiyeke nîv sedsalî rizgar bibe.
Di pêvajoyê de pêşketinên erênî çêbûne. Em pêngavên xwe bi hesasiyeteke mezin plan dikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha pesnê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da û got ku piştgiriya wî ji bo pêvajoyê gelekî sûdmend û girîng bûye.
Erdogan di axaftina xwe de rasterast behsa serdana Îmraliyê nekir, lê got ku ew ewlehiya Sûriye û Iraqê wek ewlehiya xwe dibînin.
"Em ji komîsyonê hêvîdar in"
Erdogan di dawiya axaftina xwe de got:
"Em wekî AK Partî û Tifaqa Cumhur dixwazin vê pêvajoyê ku me her tim li ser zemîneke jor siyasetê nirxandiye, bi selametî bigihînin encamê.
Em dê li gorî bendewariyên gelê xwe, bi helwesteke çareseriyê tevbigerin.
Hêviya min ew e ku hemû partiyên di Komîsyonê de, wekî me bi heman hestiyarî û berpirsiyariyê tevbigerin.
Em di vê mijarê de hêvîdar in. Em ji dil bawer dikin ku komîsyon dê ji bo Tirkiyeyê, ewlehiya paşeroja welat û yekitiya miletê me biryara herî rast bide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse