Nêrîna xelkê Amed û Stenbolê li ser komîsyonê çi ye?

05-08-2025
Omer Sonmez
Nerîna xelkê / Wêne û Vîdoe: Rûdaw
Nerîna xelkê / Wêne û Vîdoe: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Komîsyon Nêrîna Xelkê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya aştî û çareseriyê bi avakirina Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê re derbasî qonaxeke nû dibe.

Ev pêngav li Amed û Stenbolê ji nêzîk ve tê şopandin û welatî dixwazin ku pêvajo bi garantiya yasayî bimeşe, partiyên siyasî bi hev re bişêwirin û guh bidin daxwazên gel.

Tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê li kolanên Amed û Stenbolê ji welatiyan pirsîn,"Hêvî û bendewariyên we ji Komîsyona Parlamentoyê çi ne?"

Li Amedê daxwazên sereke: Azadî û aştî

Welatiyên li Amedê bal kişandin ser azadiya girtiyan, rakirina qeyûman û naskirina zimanê Kurdî.

Niştecihê Amedê Ebedî Yazici got, “Em aştî, demokrasî û yekitiyê dixwazin.

Divê komîsyon pêşî girtiyên nexweş berde, bila Demîrtaş û parlamenterên me yên girtî berdin.

Bila qeyûman rakin.”

Niştecihê Amedê Abdurahman Akbalik jî got, “Em ji dewleta xwe dixwazin ku zimanê me serbest berde.

Bila komîsyon bicive û biryarên xwe bide. Pêwîst e komîsyon bi gelê Tirk re jî bicive, fikr û ramanên wan ên li ser pêvajoyê werbigire.”

“Em aştî û biratiyê dixwazin”

Niştecihê Amedê yê bi navê Mehmet Yeşîl jî wiha got:

“Em aştî û biratiyê dixwazin. Kurd û Tirk êdî nemaye, hemû bûne yek.

Hêviya me ji Erdogan heye ku vê pêvajoyê bi Bahçelî re heta dawiyê bibe.”

“Em pêşî azadiya zimanê xwe dixwazin”

Niştecihê Amedê Serdar Ozkaçar jî got, “Em dixwazin Kurd û Tirk bibin bira.

Em pêşî azadiya zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin ev pêvajo heta encamgirtinê bidome.

Hêvî û temeniya me ew e ku êdî ev doz bigihîje encamê.”

Li Stenbolê banga diyalog û wekheviyê

Li Stenbolê jî welatiyên Kurd û Tirk nêrînên xwe anîn ziman û tekezî li ser diyaloga rasterast a bi gel re, wekheviya mafan û bidawîanîna şer kirin.

Niştecihê Stenbolê Îbrahîm Erdem got:

“Divê komîsyon rasterast bi gel re hevdîtinan pêk bîne. Yanî pêşî li herêmê fikr û nêrîna xelkê wergire.

Her wiha bila guh bidin rûspî û pêşengên civakê.

Hêvî dikim ku ev pêvajo wekî pêvajoya berê nîvco nemîne û bigihîje encamên baş.

Hêviya me ew e ku em li welatê xwe di nav aştî û azadiyê de bijîn.”

“Em dixwazin ku dewlet mafên Kurdan bide”

Niştecihê Stenbolê Yusuf Uyanik jî got, “Em dixwazin ku dewlet mafên Kurdan bide.

Em doza mafên xwe dikin. Komîsyon jî çi mafê Kurdan hebe bila bide.

Jixwe dewletê jî ji bo pêvajoyê gaveke baş avêtiye. Em naxwazin êdî şer çêbe û xwîn birije.”

Niştecihê Stenbolê Fuat jî wiha got, “Em dixwazin ku êdî teror biqede. Em dixwazin her kes li gorî daxwaza xwe bijî.

Bila rûnên biaxivin û pirsgirêkan çareser bikin. Min leşkeriya xwe li wê herêmê kir. Gundî û cerdevanan digot gelek zilm li Kurdan bûye.

Bila ji DEM Partiyê bipirsin ka ew çi dixwazin.”

Niştecihê Stenbolê Şerfî Kizmaz jî got, “Serok, pêşeng û partiya me çi bibêjin, çi rê nîşanî me bidin em jî li gorî wê tevbigerin.

“Em xweşî û başiyê dixwazin”

Bila êdî gund û bajarên me ava bibin. Em karibin vegerin gundên xwe.

Em xweşî û başiyê dixwazin. Em hemû di bin heman alê de ne, ji ber vê yekê jî divê mafên me wekhev bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst