Alîkarê Bahçelî: Wergirtina nêrînên Ocalan lawaziyekê çênake

05-09-2025
Nîşan Pêvajo Komîsyon Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Fetî Yildiz pêşniyar kir ku şandeke 3 heta 4 kesî ya ji Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê here girtîgeha Îmraliyê û guh bide Abdullah Ocalan.

Pêvajoya çareseriya berdewam dike û Komîsyona Parlamentoyê dê vê hefteyê careke din bicive û guh bide nerîn û pêşniyarên nûnerên sendîka, ode û rêxistinên karsazan.

Lê DEM Partî û PKK dixwazin ku Komîsyon here Girava Îmraliyê û guh bide nerîn û fikrên Abdullah Ocalan ên derbarê pêvajoyê.

Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê peyamek belav kir û pêşniyar kir ku şandeyeke ji Komîsyonê here Îmraliyê.

“Dewletê dînamîka xwe bi xwe afirandiye”

Yildiz di peyama xwe de bi bîr xist ku Komîyona Parlamentoyê di çarçoveya pêvajoyê de bi Serokayetiya Numan Kurtulmuş 5ê Tebaxa 2025an dest bi xebatên xwe kiriye û got:

“Komîsyon guhdarîkirina kesayet, sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî didomîne.

Di civîna 7emîn de guhdariya pêşniyarên serokên berê yên Parlamentoyê hat kirin.

Di rêya Tirkiyeya bê teror de dewletê dînamîka xwe bi xwe afirandiye. Dewleta Tirk di serdema xwe ya herî bihêz a sêsed salên dawî de ye.”

“Wergirtina nêrînên Ocalan lawaziyekê çênake”

Fetî Yildiz ragihand ku dê Komîsyona Parlamentoyê hefteya bê jî xebatên bidomîne û got:

“Hilbijartina 3 heta 4 kesên ji Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê, ji aliyê Serokê Parlamentoya me birêz Numan Kurtulmuş ve ji bo wergirtina nerînên damezirînerê rêxistina terorîst Abdullah Ocalan, bi liberçavgirtineke baş a dem û awayê wê dê lawaziyekê çênake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst