Hewlêr (Rûdaw) – Komeke ku ji 89 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran pêk tê bi daxuyaniyeke hevpar bang kir ku "Pêvajoya Çareseriyê" li Tirkiyeyê bidome û ew wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kir.
Her wiha wan xwest ku Parlamentoya Tirkiyeyê lezê bike.
Di nav de wezîrên berê, parlamenter, akademîsyen, nivîskar û hunermend 89 kesan, ji bo aştiyeke mayînde ya li Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar weşand.
Daxuyaniya ji aliyê parlamenterê berê Abdulbakî Erdogmuş ve ji raya giştî re hat ragihandin de.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku şer û pevçûnên nêzîkî 50 salan bedelên giran dane Tirkiyeyê û hat gotin, “80 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest daye, bi milyonan kes mexdûr bûne.
Zêdetirî du trilyon dolaran xerc bûye û ev bûye sedema tinebûna çavkaniyên madî yên welêt.
Êdî dema wê hatiye ku em van windahiyan telafî bikin û welatekî bi hêvî ji bo paşerojê bihêlin.”
Banga Bahçelî û bersiva Ocalan
Di metnê de hat destnîşankirin ku banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji aliyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin, werçerxeke girîng e.
Li gorî daxuyaniyê, “Danîna çekan û xwefesihkirina rêxistinê, wekî gava herî girîng a di rêya bêpevçûn de tê dîtin.”
“Divê parlamentoyê pêvajoyê bi lez biqedîne”
Bangewaziyê bal kişand ser xebatên “Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku bi pêşengiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş tê meşandin û wiha hat gotin:
“Ji bo ku pêvajo têk neçe, pêwîst e komîsyon di demeke herî kin de pêşniyarên xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.
Derengketin, dikare derî li ber provokasyonên navxweyî û navneteweyî veke.”
Kê îmze kir?
Deklarasyon ji aliyê 89 kesan ve hat îmzekirin ku di nav wan de wezîrên berê, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û hunermend hene.
Parlamenterê berê yê Amedê Abdulbakî Erdogmuş li ser navê Heyeta Koordînasyonê got, “Em radigihînin ku em li gel vê pêvajoya dîrokî ne û dê di her şert û mercî de aştî, demokrasî û biratiyê biparêzin.”
Di nav 89 kesên ku Deklarasyona Pêvajoya Çareseriyê îmze kirine de, ji cîhana siyaset, akademî, hiqûq, huner û civaka sivîl gelek navên naskirî hene:
Wezîr û parlamenterên berê
Muslum Dogan, Mehmet Kahraman, M. Salîh Yildirim, A. Cemîl Tunç, Mehmet Atîlla Maraş, Enver Fehmîoglu, Huseyin Yildiz, Mesut Deger, Nedim Îlci, Nurettîn Aktaş, Seher Akçinar Bayar, Sedat Yurttaş, Zekî Eker, Zulfukar İzol.
Akademîsyen
Bahrî Çakabey, Adem Kiliç, Aziz Yagan, Îbrahîm Gezer, Ramazan Demîr, Faysal Firat, Şefîk Atîlla.
Nivîskar û Rojnameger
Alî Bulaç, Cafer Solgun, Davut Guler, Ekrem Baran, Faysal Mahmutoglu, Helun Firat, Îlhami Işik, Mustafa Paçal, Mustafa Sevînç, Nevzat Bingol, Şeyhmus Diken, Umit Aktaş, Yaşar Îçen.
Hiqûqnas û serokên baroyan
Cemal Acar, Erdal Aydemîr, Ferîdun Taş, Mehmet Alî Ozel, Nuşîrevan Elçç, Sabahattîn Goçmen.
Nûnerên cîhana kar û saziyên civaka sivîl
A. Aziz Ozkiliçm, Şah Îsmail Bedîrhanoglu, Alaattîn Epozdemîr, Enuş Yaşar, Cevat Korkmaz, Behmen Dogu, Serhat Şabap, Sezaî Topalan.
Hunermend û Çalakvanên Mafên Mirovan
Nîlufer Akbal, Buşra Yenturk, Fatma Unsal Bostan, Nurten Ertugrul, Vahap Canan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse