Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê CHPyê Huseyîn Aygun dema xebatê ya heşt hefteyî ya komîsyona nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê rexne kir û got ku çareseriya pirsgirêka Kurdan dê bi salan bajo.
Aygun her wiha da zanîn ku şefafî û navlêkirinên rast ji bo serkeftina pêvajoyê gelekî girîng in.
Huseyîn Aygunê ku bû mêvanê bultena Rûdawê ya ku Sîma Abxizirê pêşkêş dikir û “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin nirxand.
Aygun diyar kir ku di derbarê pêkhate û armancên komîsyonê de gumanên wî yên cidî hene û bal kişand ser kêmbûna dema 8 hefteyan û destpêkirina pêvajoyê jî wekî "gava yekem" erênî nirxand.
Huseyîn Aygun komîsyona ku îro li Parlamentoya Tirkiyeyê civîna xwe ya yekem li dar xist û tê payîn ku di pêvajoya nû ya çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke girîng bilîze, nirxand û hem zehmetî û hem jî potansiyela pêvajoyê anî ziman.
"Di nav de jî lihevhatin nîne, armanc cuda ne"
Aygun da zanîn ku hê di destpêkê de li ser navê komîsyonê lihevhatinek çênebûye û got, “Komîsyoneke ku di nav de jî li hev neyê kirin, dikare di destpêka kar de bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne.”
Aygun bi bîr xist ku MHPyê navê “Aştî û Biratî”, CHPyê “Edalet, Aştî û Biratî” pêşniyar kiriye û AK Partiyê jî di destpêkê de nêzîkatiyeke wekî “Komîsyona Tirkiyeya Bêteror” nîşan daye û destnîşan kir ku divê nav ruhê pêvajoyê nîşan bide.
Aygun anî zimên ku bloka desthilatdar a ji AK Partî û MHPyê pêk tê “nafikire ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye” û armanca wan a sereke ne mijarên wekî demokratîkbûn û parvekirina desthilatê, belkû “tasfiyekirina PKKyê, bêçekkirin û vegera milîtanan e.”
"CHP ne bi zextê, bi stratejiyê di komîsyonê de ye"
Aygun diyar kir ku beşdarbûna CHPyê ya ji bo komîsyonê ne encama zextê ye, berevajî vê, ji aliyê alîgirên xwe yên li rojavayê welêt zextek hebû ku “nekevin komîsyonê” û got:
“Bi rastî CHP bi cihgirtina di vê komîsyonê de li gorî stratejiya xwe ya sala 2012an tevgeryaye.
CHP partiyek e ku 13 sal berê bi pêşniyareke yaseyî gotibû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan divê komîsyoneke heqîqetê were avakirin” û bi vî awayî bal kişand ser helwesta partiya xwe ya berê.
"Dema 8 hefteyan ecêb e lê destpêk girîng e"
Aygun destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka 100 salî tenê 8 hefte dem dayîna komîsyonê “gelekî ecêb” e lê dîsa jî pêvajoyê erênî dinirxîne.
Aygun wiha çû, “Destpêkirina pêvajoyekê gelekî girîng e.
Dibe ku ev komîsyon were avakirin û piştî 8 hefteyan karên xwe bi dawî bike.
Ya girîng ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îradeyek derkeve holê.
Eger ev komîsyon ji bo destpêkirina xebateke demdirêj gava yekem be, divê mirov vê yekê erênî bibîne.”
Huseyîn Aygun da zanîn ku di vê dema kurt de tenê mijarên lezgîn ên wekî çekdanîna PKKyê, efû, rewşa girtiyên siyasî û entegrasyona milîtanên li Qendîlê dikarin bên gotûbêjkirin lê çareserkirina van mijaran jî di 8 hefteyan de ne hêsan e.
"Dibe ku biryarên di hevdîtinên veşartî de hatine standin bên pesendkirin"
Aygun îdia kir ku dibe di pêvajoya veşartî ya 10 mehan a MÎTê de bi Abdullah Ocalan û Qendîlê re hinek biryar hatibin standin û komîsyon ji bo “pesendkirina” van biryaran be.
Aygun got “Di wî warî de dibe ku di 8 hefteyan de hinek tiştên qismî bên kirin. Lê pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Ev ne mimkin e, çareseriya pirsgirêka Kurd bi salan didome.”
Tekezî li ser bingeha yasayî û şefafiyê
Aygun Yasaya bi hejmara 6551an a sala 2014an a bi navê "Yasaya Bidawîkirina Terorê û Xurtkirina Yekitiya Civakî" bi bîr xist û diyar kir ku ji bo çareseriyê binesaziyeke yasayî heye lê bi hilweşandina masê ya sala 2015an ev yasa hatiye jibîrkirin.
Aygun da zanîn ku Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) yek ji astengiyên herî mezin e û divê bi temamî were rakirin û pêşbînî kir ku komîsyon tenê dikare di vê yasayê de reformên biçûk bike.
Di dawiyê de Huseyîn Aygun daxuyaniyên ku digot dê karên komîsyonê bi veşartî bên birêvebirin rexne kir û bal kişand ser girîngiya şefafiyê.
Aygun got, “Karê veşartî yê komîsyonê dê tekez zererê bide demokratîkbûn û lêgerîna çareseriyê.
Tenê mijarên îstixbaratî û rêziknameyên têkildarî pêwendiyên di navbera rêxistin û dewletê de dikarin bi veşartî bên gotûbêjkirin.
Ji bilî vê, divê hemû hevdîtin bi awayekî eşkere bên kirin.
Ji ber ku hevdîtinên veşartî dibin sedem ku di raya giştî de gumanên li ser armanca rastîn a komîsyonê ku guhertina destûrê ye zêde bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse