Kiliçdarogu: Li Tirkiyê koça ciwanan pirsgirêkeke ciddî ye

05-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî amaje bi wê yekê da ku yek ji pirsgirêkên herî mezin û ciddî yên Tirkiyê koçkirina ciwanan e û  got: “ji sedî 68ê ciwanan dixwazin pêşeroja xwe li derveyî Tirkiyê ava bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî, Kemal Kiliçdaroglu di civîneke ligel muxtar û pêşengên bajarê Yozgatê yê Tirkiyê amaje bi zêdebûna koçkirina ciwanên wî welatî bo welatên derve da û got: “Ji ber polîtîkayên otorîter û paşverû yên rejîma AK Partiyê ku desthilat di  kontrola wê de ye, ti hêviyeke ciwanan nemaye û berê xwe didin welatên derve û koç dikin. Astengiya mezin jî ew e ku ciwanên me yên jêhatî koç dikin û welatên cîhanê sûdê ji şiyanên wan dibînin. Dema em li sedema koçkirina wan dipirsin mixabin dibêjin ku li Tirkiyê derfetên kar ên li gor dilê wan ji wan re nehatine dabînkirin ku xwe îspat bikin.”

Kiliçdaroglu behsa rapirsiyeke partiya xwe jî kir ku di derbarê koçkirina wan kesên xwedî bawernameyên bilind û dibêje: “Ji sedî 68ê ciwanan dixwazin pêşeroja xwe li derveyî Tirkiyê ava bikin û ji sedî 80ê nifşê nû bi taybetî ew ên ku deng nedane yan jî carekê beşdarî  hilbijartinê bûne, ji vê desthilatê bêhêvî ne û di wê bawerê de ne ku desthilata AK Partiyê nikare daxwazên wan pêkbîne. Ji ber vê yekê bijardeya koçkirina derveyî welat ji xwe re wek armanca serekî dibînin.”

Di beşeke din axaftina xwe de Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir ku yek pirsgirêkên kûr yên di navbera Amerîka û Çînê de ciwanên xwedî şiyan û jêhatî ne û got: “Çîn xwedî zêdetirîn ciwanên jêhatî ye û beşek ji van li Amerîkayê nîştecihin. Ji bo vegera wan Çînê hemû asankarî kirin û tesîs avakirin. Li beramber vê yekê Amerîka hemû hewlan dide ji bo ku ew ciwan venegerin Çînê. Lê li Tirkiyê desthilat zêde girîngiyê nade vê çînê  û koçkirina wan paşguh dixe.”

Serokê CHPê herî dawî tekez kir ku koçkirina berdewam a ciwanan ligel kesên xwedî bawernameyên bilind dibe sedema koçkirina mejî û got : “ Eger ev diyardeya metirsîdar berdewam bike Tirkiye qet pêşnakeve.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst