Komîsyon piştî banga Bahçelî ji bo serdana Ocalan dicive

05-11-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Abdullah Ocalan Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê bicive û biryarê bide ka dê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ziyaret bike yan na.

Komîsyon dê sibe saet 11:00an di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de bicive û rojeva wê ya sereke dê gotûbêjkirina çûna Îmraliyê be.

Li gorî agahiyan, komîsyon dê nêrînên aliyan ên li ser hevdîtina bi Ocalan re wergire.

Eger piraniya endamên komîsyonê serdanê pesend bikin, şandeyeke ji komîsyonê dê biçe Girava Îmraliyê û guh bide Ocalan.

Her wiha tê gotin ku Komîsyon dê di civînê de nexşerêya xwe ya paşerojê jî gotûbêj bike.

Bahçelî jî piştgirî dabû

Herî dawî Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû ku divê Lomîsyon guh bide Abdullah Ocalan û ew wekî MHPyê ji bo vê yekê amade ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst