Koma nivîsandina raporê ya Komîsyonê dicive

Duh li 10:06
RÛDAW
Nîşan Kosmîsyon Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Nivîsandina Rapora Komîsyonê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan hatibû avakirin, ji bo amadekirina raporeke hevbeş dicive.

Koma Nivîsandina Rapora Komîsyonê dê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş saet 15:00an li parlamentoyê bicive.

Koma nivîsandinê dê li ser wê rapora ku karê amadekirina wê berdewam e nêrînên xwe parve bike û dest bi nivîsandina reşnivîsa raporê bike.

Endamên komê kî ne?

Koma nivîsandina raporê ji van kesan pêk tê:

  • Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çiçek
  • Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz
  • Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Murat Emîr
  • Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya
  • Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamît Gul

19 civîn hatin kirin

Komîsyona ku piştî biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin, 5ê Tebaxa 2025an dest bi karê xwe kiribû.

Komîsyonê heta niha 19 civîn pêk anîne.

Piştî bidawîbûna qonaxa guhdarîkirina aliyan, biryar hat dayîn ku rapor were nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst