Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di nava 20 rojan de 223 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen hatine desteserkirin.
Ji wan kesan 87 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bîlançoya operasyonan eşkere kir.
Sedemên desteserkirinê
Alî Yerlîkaya diyar kir ku gumanbar bi van tohmetan hatine desteserkirin:
- Xebatên di nav 'pêkhateyên nehênî' yên rêxistinê de.
- Bikaranîna bernameya ByLockê.
- Pêwendiyên bi rêya telefonên ankesor (telefonên giştî).
- Dabînkirina piştevaniya darayî bi rêya esnafan.
Li gorî daxuyaniyê, li gel 87 kesên hatine girtin, ji bo 50 kesan jî biryara "kontrola dadî" hatiye dayîn.
Kar û barên yasayî yên gumanbarên din didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse