Sererkanê Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir; Tirkiyê bangî Balyozê Amerîkayê kir

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Derve ya Tirkiyê Jeff Flake
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê bangî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake kiriye û li ser serdana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley a ji bo Rojavayê Kurdistanê agahî jê xwestine.

Li gor agahiya di medyaya fermî ya Tirkiyê de hatiye belavkirin, Wezareta Derve ya Tirkiyê îro Duşemê 6ê Adara 2023an bangî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê Jeff Flake kiriye û li ser serdana Serokerkanê Artêşa Amerîka ya ji bo Rojavayê Kurdistanê agahî jê xwestine.

Her wiha Berdevkê Fermandariya Giştî ya Amerîka Dave Butler jî pişt wê serdanê ragihandibû, “Serokerkan Milley serdana hêzên Amerîka yên li Sûriye kiriye. Derbarê tekoşîna li dijî DAIŞê de agahiyên nû ji wan wergirtine, rewşa hêza serbazî ya heyî şopandiye û mijara vegerandina koçberên li Kampa Holê ya bo welatê wan jî nirxandine.”

Têkildarî serdana Milley ji HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî û agahiyên fermî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst