ENQERE - Derbarê 27 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn

06-05-2025
RÛDAW
Nîşan Enqere Desteserkirin DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 27 gumanbarên ku tê îdiakirin alîkariya madî didin DAIŞê biryara desteserkirinê da.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê Birêvebiriya Bajêr a Enqereyê û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di çarçoveya 2 lêpirsînên cuda de li dijî DAIŞê xebat dabûn destpêkirin ku Ofîsa Lêpirsîna Sûcên Terorê bi rê ve dibirin.

Di vê çarçoveyê li 7 bajaran operasyonên hevdem hatin kirin û navenda operasyonan Enqere bû.

Bi tohmeta ku wan "alîkariya madî daye terorê" ji bo desteserkirina 27 kesan xebat tên kirin ku 5 welatiyên Tirkiyeyê ne.

Pêvajoya lêgerîna gumanbaran ji aliyê Birêvebiriya Bajêr a Enqereyê û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ve tê birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst