Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ku dê Heyeta Îmraliyê sibe bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Heyeta Îmraliyê ya îro li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya dê sibe jî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Heyeta Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Faîk Erol pêk tê îro li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya.
Civîn piştî 2 demjimêran bi dawî bû.
Tê çaverêkirin ku Heyeta Îmraliyê derbarê naveroka hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav bike.
Serdan di demekê de ye ku di pêvajoya çareseriyê de pêşhatên krîtîk tên çaverêkirin.
Hefteya bê li ser banga Ocalan, gerîlayên PKKyê dê li Herêma Kurdistanê merasîmeke çekdanînê li dar bixin.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Ozgur Faîk Erol herî dawî 18ê Gulanê çûn serdana Abdullah Ocalan.
Ocalan di wê hevdîtinê de bi rêya Heyetê ragihandibû ku pêwîstî bi “peymaneke nû ya civakî” heye.
Ji destpêka nîqaşên nû yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan ve 6emîn hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse