Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê û Heyeta Îmraliyê bi dawî bû.
DEM Partiyê li ser civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:
“Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê îradeya her du aliyan berdewam dike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi endamên Heyeta Îmraliyê, Serokwekîla Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar re civiya.
Hevdîtina li Koşka Serokkomariyê saetekê berdewam kir.
Di hevdîtinê de, Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.
Di daxuyaniya DEM Partiyê ya piştî hevdîtinê de hat gotin:
“Endamên me yên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi Birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Heyeta me, derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ku dê ji niha û pê ve werin kirin nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê îradeya her du aliyan berdewam dike.”
#VÎDEO - Civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dest pê kir pic.twitter.com/0r6lcmxdIg
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 7, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse