Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Rêxistinên Bajaran ên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi beşdariya hevserokên giştî yên partiyê li Enqereyê civiyan.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di civînê de ragihand ku Komîsyona Parlamentoyê wekî pêwîst bala xwe nade ser mijarên sereke û bangî komîsyonê kir ku demildest biçe serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û guh bide nêrînên wî.
Hevserokên Rêxistinên Bajaran ên DEM Partiyê îro bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê civiyan.
Civîn demjimêr 10:00an li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê dest pê kir.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê destpêka civînê axivî.
Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan û xwest ku Komîsyona Parlamentoyê demildest biçe Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.
Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku ew dê di civîna hevserokên bajaran de li ser pêşhatên siyasî yên li Tirkiye, herêm û cîhanê gotûbêjan bikin û got:
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan ji bo paşeroja herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.
Em dê li ser bandorên civakî yên vê bangê, xebatên ku heta niha hatine kirin û ka em çawa dikarin van xebatan zêdetir bikin, biaxivin.
Hevserokên me yên bajaran ji qadan tên û raporên wan dê pir hêja bin."
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku Komîsyona Parlamentoyê ya ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin, wekî pêwîst bala xwe nade ser mijarên sereke û wiha axivî:
"Yek ji mijarên herî bilez ên komîsyonê 'mafê hêviyê' ye.
Divê şert û mercên jiyan û xebata azad ên Birêz Ocalan demildest bên afirandin.
Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re gelek girîng e.
Ocalan dixwaze ji bo serkeftina pêvajoyê roleke çalak bilîze.
Divê komîsyon wêrek be û gavên nû biavêje."
Civîna Hevserokên Bajaran ên DEM Partiyê piştî axaftina Hatîmogullari ji medyayê re girtî berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse