Îdareya Koçê hejmara koçberên ku li Tirkiyeyê ji dayik bûne eşkere kir

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ragihand ku zêdetirî 587 hezar zarokên koçberan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji dayik bûne.

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê Alî Toros li ser koçberên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û proseya vegerandina wan a welatê wan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Alî Toros ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 587 hezar û 600 zarokên koçberan ji dayik bûne.

Toros diyar kir ji ber ku ew pitik ligel malbatên xwe yên koçber in ji bo wan jî belgeyên niştecihbûnê tên dayîn.

Alî Toros behsa peymanên vegerandina koçberan jî kir û got:

“Em ligel welatên ku koçber jê hatine peymanên paşdevegerandinê dikin.

Niha ligel 16 welatan peymana me ya paşdevegerandinê heye.”

Efxanistan û Îranê peymana paşdevegerandinê qebûl nekirine

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê amaje bi wê yekê da ku herî zêde koçber ji Efxanistan û Îranê diçin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lê wan welatan peymana paşdevegerandinê qebûl nekirine û got:

“Niha li Efxanistanê rewş diyar e. Tevî ku peymana me ya paşdevegerandinê bi vî welatî re nîne, koçberên wî welatî ku mafê wan ê yasayî yê mayînê nîne, wek neteweyên din û welatên din tên vegerandin û karûbarên dersînorkirina wan berdewam in.”

Serokê Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê roja çarşemê ragihandibû ku heta 28ê Îlonê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 741 hezar û 115 kesên biyanî bi awayekî yasayî dimînin û gotibû:

“Nêzîkî ji sedî 70ê Sûriyeyiyan di parastina demkî de ne ku ew jî dike 3 milyon û 279 hezar û 152 kes.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin