Herî zêde Kurd koçî Almanyayê dikin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçber Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Almanyayê di Çiriya Pêşîn de herî zêde welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye ku piraniya wan Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Daîreya Koçber û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dê di 8ê Çiriya Paşîn de amarên koçber û penaberan ên meha Çiriya Pêşîn eşkere bike.

Li gor rojnameya Welt am Sonntag a Almanyayê meha Çiriya Pêşîn li ser asta cîhanê herî zêde welatiyên Tirkiyeyê ji bo penabertiyê serî li Almanyayê daye.

Meha Îlonê welatiyên Sûriyeyê di rêza yekem, welatiyên Efxanistanê di rêza duyem û welatiyên Tirkiyeyê jî di rêza sêyem de bûn.

Meha Çiriya Pêşîn zêdetirî 9 hezar welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye.

Li gor nûçeya rojnameyê ji sedî 80ê wan Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Heta dawiya meha Îlonê 36 hezar û 309 welatiyên Tirkiyeyê bi rêyên qaçax koçî Almanyayê kiribûn.

Herwiha tevî meha Çiriya Pêşînê hejmara welatiyên ku 2023yan ji Tirkiyeyê koç kiriye bi ser 45 hezar kesan ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst