Tirkiye: Eger Sûriye bixwaze em dê piştgiriyê bidinê

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Heleb Taxên Kurdan Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyêli ser êrişên hikûmeta Şamê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da.

Wezaretê ragihand, "Ewlehiya Sûriyeyê Ewlehiya me ye. Eger Sûriye alîkariyê bixwaze Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bide."

Piştî civîna heftane ya agahdarkirinê ya li wezaretê, pirsên rojnamegeran hatin bersivandin.

Li ser pirsên derbarê êrişên li taxên di bin kontrola Asayîşê de, wezaretê îdia kir ku "rêxistinê" sivîl û hêzên ewlehiyê kirine hedef û 4 kes kuştine, 18 kes jî birîndar kirine.

“Ewlehiya Sûriyeyê Ewlehiya me ye”

Wezaretê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo ewlehiya welatiyan operasyon daye destpêkirin û got:

"Ev operasyon bi temamî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve tê kirin. Ewlehiya Sûriyeyê Ewlehiya me ye.

Tirkiye bipêşketinên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne.

Welatê me di çarçoveya prensîba 'yek dewlet, yek artêş' de, li ser bingeha yekîtiya Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê piştgiriyê dide têkoşîna bi rêxistinên terorê re.

Di vê çarçoveyê de eger Sûriye daxwaza alîkariyê bike, Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bide."

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê li ser agirbesta daîmî ya di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî daxuyanî da.

Hat diyarkirin ku Tirkiye amade ye tevkariyê li her hewldaneke avaker bike û beşdarî "Koalîsyona Dilxwazan" bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku ji bo şandina leşkeran a di çarçoveya Hêza Aştiyê de, pêşî divê agirbest pêk were, piştre pênaseya erkê were zelalkirin û diyar bibe bê kîjan welat dê çi qasî tevkariyê bike.

Peymana Tengavan

Wezaretê her wiha got:

"Welatê me piştî agirbestê ji bo parastina aramî û ewlehiya Deryaya Reş û ewlehiya seyrûseferê serkêşiya planên leşkerî dike.

Tirkiye Peymana Tengavan a Montroyê ya ku hevsengiya Deryaya Reş diparêze û ji bo ewlehiya herêmê girîngiyeke mezin heye, bi baldarî, berpirsyarî, bêalî û bê tawîz bi cih aniye û dê bi cih bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst