Karvedanên êrişa li avahiya DEM Partiyê berdewam in: ‘Xelk xwedî li partiya xwe derket!’

08-03-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Înegol DEM Partî Êriş
A+ A-

Bursa (Rûdaw) - Ber bi hilbijartiên herêmî ve careke din erış û tundiya li hemberî Kurdan û DEM Partiyê zêde dibin.

Herî dawî 4ê Adarê êrişkarekî bi bivirê êrişî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegola Bursayê kiribû lê êrişkarê ku hatibû desteserkirin piştre hat berdan.

Heta niha rêxistina DEM Partiyê ya Înegolê 4 caran hatiye şewitandin, 3 caran jî li rastî êrişê hatiye.

Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Înegolê ji Rûdawê re da zanîn, “Li hemberî êriş û zor û zextên sîstematîk ew dê paş de gavan navêjin.”

Kurdên li Înegola Bursayê dijîn jî dibêjin, “Li hemberî êrişan ew dê bersiva hewce di sindoqan de bidin.”

DEM Partî li navçeya Înegolê, şaredariyê qezenc neke jî hewl dide herî kêm 5 endamên meclîsê bi dest bixe û di rêveberiya navçeya de bibe xwedî maf.

Li Tirkiyeyê di hemû hilbijartinan de Kurd û DEM Partî dibin armanca erişên nîjadperestiyê.

Di encama êrişa li avahiya DEM Partiyê de derî û pencere hatin şikandin.

Kurdên li Înegolê li ber avahiya navçeyê kom bûn û bertek nîşanî êrişê dan lê êrişkarê bi navê E.A bi hinceta tiryakê madeyên hişbir e, piştî îfadeya wî hat girtin hat berdan.

“Xelkê me xwedî li partiya xwe derket”

Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Înegola Bursayê Îpek Akmanê anî ziman:

“Tiştên qirêj li ser partiya me tên kirin. Ev tişt bi destê sîstemê tên kirin lê xelkê me êvara êrişê hat ber deriyê partiyê û xwedî li partiya xwe derket.”

Hevserokê DEM Partiyê ya navçeya Înegola Bursayê Tahir Kara jî li ser êrişê got:

“Ew kes bi serê xwe nehatiye. Îro ew nikare bi serê xwe rabe, were derî û pencereyên me bişikîne. Dijmin li çar perçayên Kurdistanê ji Kurdî aciz e.”

Ev ne cara ewil e ku êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê tê kirin. Heta niha rêxistina partiyê, 4 caran hatiye şewîtandin, 3 caran li rastî êrişê hatiye.

Beriya êrişa dawî ya 4ê Adarê, di tûra duyem a hilbijartinên 28ê Gulana 2023yan de jî grûpekê erişî DEM Partiyê kiribû.

Dengdêrê DEM Partiyê Îsmaîl Kaya li ser êrişê anî ziman:

“Ew çiqasî êrişî me bikin jî em bejna xwe natewînin. Sîstema wan beredayî ye. Ew çiqasî êrişê me bikin jî em paş de gav navêjin.”

Bursa bi erişên nijadperestî yên li hemberî Amedsporê jî tim tê rojevê.

Li gorî texmînan, li bajarê Bursayê derdora 700 hezar Kurd dijîn. Li navçeya Înegolê jî derdora 50 hezar Kurd hene.

“Em dê 2-3 endamên meclîsê qezenc bikin”

Kurdên li Înegolê dibêjin, ew dê li sindoqê bersiva êrişên li dijî Kurdan û DEM Partiyê bidin.

Piştî êrişa li DEM Partiyê, li Înegolê ji bilî CHPyê ti partiyan peyama şermezarkirinê belav nekiriye. Piştî êrişê li navenda navçeyê tevdîrên ewlehiyê jî hatine zêdekirin.

Rêveberê DEM Partiyê Ozcan Erkul da zanîn:

“Em şaredaritê qezenc nekin jî, em dê 2-3 heb endamên meclîsê qezenc bikin. Em her dem li vir in. Em dê xebatên xwe berdewam bikin.”

DEM Partî di Hilbijartinên Parlamentoyê ya 14ê Gulana 2023yan de li navçeya Înegola Bursayê 10 hezar deng bi dest xistibûn.

DEM Partî li navçeya Înegolê, şaredariyê qezenc neke jî, hewl dide herî kêm 5 endamên meclîsê bi dest bixe û di rêveberiya navçeya ku hejmareke zêde Kurd lê dijîn de bibe xwedî maf.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst