Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê bi keviran êrişî avahiya DEM Partiyê hat kirin û di êrişê de zerer gihişt avahiyê.
Avahiya Rêxistina Çanakkaleyê ya DEM Partiyê rastî êrişê hat.
Dema ku li avahiyê civînek dihat lidarxistin kesekî ku şewqeyeke spî li serê wî bû çû ber avahiya DEM Partiyê û bi keviran êrişî avahiyê kir.
Di encama êrişê de ti kes birîndar nebû lê camên avahiyê hatin şikandin.
Li ser agahdarkirinl polîs çûn cihê bûyerê û di avahiyê de lêkolîn kirin û kamerayên ewlehiyê yên derdorê temaşe kirin.
Parêzer Zilan Leventoglu li ser bûyerê axivî û got:
"Êrîşeke plankirî, biwesif ku jiyanê dixe xeterê li dijî avahiya parêzgeha Çanakkaleyê ya DEM Partiyê pêk hat. Em nafikirin ku bûyer tenê ji kesekî pêk tê.
Di pêvajoyeke wiha de, vê êrişa ku li Çanakkaleyê pêk hatiye bi hemû aliyên xwe ve, bêyî ku ti nîşaneyeke pirsê bimîne were ronîkirin ne tenê ji aliyê huqûqî ve, her wiha ji aliyên siyasî û civakî ve jî xwedî girîngiyeke bilind e.
Em bi rayedaran re di têkiliyê de ne. Em dê lêpirsîna derbarê vê êrişê de bi hûrgilî bişopînin û heta ku sûcdar û teşwîqker bên cezakirin em dê şopdarê wê bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse