Êrişî avahiya DEM Partiyê hat kirin

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Seyhan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin û di êrişê de zerer gihişt avahiyê.

Avahiya Rêxistina Navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê ya li ser rêya Abîdîn Paşayê rastî êrişê hat.

Di encama erişî de zerer gihişt tabelaya partiyê.

Nasnameya kes an jî kesên ku êriş kiriye heta niha nehatiye zanîn.

Rayedarên partiyê ji bo nasnameyên êrişkaran bên tespîtkirin û derbarî wan rêkarên yasayî bêne destpêkrin serî li saziyên pêwendîdar da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst