Li Tirkiyeyê rêjeya zarokan çima kêm dibe?

08-06-2025
Omer Sonmez
Rûdawî ji xelkê pirsî rêjeya zarokan çima kêm dibe? / Wêne û vîde: Rûdaw
Rûdawî ji xelkê pirsî rêjeya zarokan çima kêm dibe? / Wêne û vîde: Rûdaw
Nîşan Nifûs Zarok Zewac
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeya ku nifûsa wê derdora 86 mîlyonî ye her diçe rêjeya anîna zarokan kêm dibe û nifûs jî pîr dibe.

Li gorî amarên fermî, li Tirkiyeyê ji sala 2014an û vir ve ev 11 sal in rêjeya zarokan her diçe kêm dibe.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), sala 2024an nifûsa zarokan 21 milyon û 817 hezar û 61 bûye ku dike ji sedî 25,5ê nifûsa giştî.

Hikûmet jî ji bo malbatan teşwîq bike sala 2025an wekî sala malbatê îlan kir.

Li gorî amarêm fermî, li bajarên Kurdan rêjeya zarokan li ser asta bajarên Tirkan çend qatan zêdetir e.

Tîma Rûdawê ya Stenbolê, li kolanan ji welatiyên Tirk û Kurdan pirsî ka çima rêjeya zarokan kêm dibe?

Piraniya xelkê sedema kêmçêkirina zarokan bi rewşa aborî, civakî û siyasî ya Tirkiyetê ve girê didin.

“Ez naxwazim zarokan çêkim”

Derçûyê Lîsansa Bilind Ozbay Karadar got:

“Du birayên min hene. Heta niha ez bi daxwaza nezewicîm. Ez naxwazim zarok jî çêkim.

Bi rastî, şertên aborî jî di nav vê de hene, hemû jî girêdayî paşerojê welatê me ne.

Di navbera bajarên Rojhilat û Rojava de cudahiya perwerdehiyê heye. Ev cudahî jî pirî caran têkilî bi têgihiştina derbarê paşeroja zarokan de derdikeve holê.”

Derçûya Lîseyê Kezban Avci jî got, “Em du xwişk in. Zarokeke min heye, diçe dibistanê.

Ez niha keçika xwe dibim hewzê, diçe kursa wêne û kursa piyanoyê jî.

Lê heke zaroka duyemîn hebûya, min dê nekariya vê yekê jê re bikim.

Li aliyê din, bi guherîna pergala cîhanê, jin rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî tên.”

“Mirov nikare êdî bizewice”

Xanenişîn Mustafa Kaşbaş jî got, “Jiyan pir biha bûye, mirov nikare êdî bizewice.

Jixwe Stenbol pir biha ye, mirov çawa bizewicin? Li Anatolyayê zewac dîsa rehet e, lê li vir hemû tişt biha ye.

Kirêya xaniyan 10 hezar, 15 hezar, 20 hezar lîre ye. Ka ew ê çawa bizewice?"

Li Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 43,8 herî zêde zarok li bajarê Rihayê ne û bi rêjeya ji sedî 16,4 jî herî kêm zarok li Dêrsimê ne.

Piştî Dêrsimê bi rêjeya ji sedî 17,3 bajarê Edîrne û bi rêjeya ji sedî 18 jî Kirklareli tên.

Wate li bajarên Kurdan rêjeya zarokan li ser asta bajarên Tirkan çend qatan zêdetir e.

Şemsiye Aytaya Kurd jî got, “Em 8 xwişk û bira ne. Li Stenbolê mirov nikare bi 20 hezar lîreyan jî xanî kîrê bigire.

Çar zarokên min li malê ne. Bûka min du zarok anîne û dibêje ew nikare wan xwedî bike.”

“Niha xelk zarokan çênakin”

Xebatkar Bariş Bahçecî jî got, “6 zarokên min hene. Niha xelk zarokan çênakin ew jî ji ber rewşa aborî ye.”

Li Tirkiyeyê sala 2024an, hejmara zarokên ku bi zindî jidayik bûne 937 hezar û 559 e.

Li gorî amaran, her ku asta xwendinê bilind dibe çêkirina zarokan kêm dibe.

Her wiha Tirkiye, li ser asta Yekîtiya Ewropayê di rêza 9an de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst