Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî

08-06-2025
Nîşan Abdullah Ocalan Zarok Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn di serdana cejnê de bi biraziyên xwe yen zarok re hevdîtin pêk anî.

Li Girtîgeha Îmraliyê bi minasebeta Cejna Qurbanê hevdîtina malbatan pêk hat.

Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey di çarçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Abdullah Ocalan jî doh bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Ocalan, Alî Ocalan û cara yekemîn du zarok beşdarî hevdîtinê bûn.

Abdullah Ocalan ji dema ku hatiye girtin (15ê Sibata 1999an) û vir ve cara yekem e ku bi zarokan re hevdîtinekê pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst