Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê pêvajoya çareseriyê got, “Ez bi biryar im ku vê pêvajoyê bimeşînim û bi ser bixim. Hêviya min jî heye û ji bo vê dixebitim.”
Mehmet Ocalanê birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan ku di heman demê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê ye 31ê Adarê ji bo Cejna Remezanê çûn serdana Ocalan.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di hevpeyvînekê de derbarê naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re axivî.
Omer Ocalan behsa naveroka hevdîtina bi Ocalan re kir û got:
“Me ji birêz Ocalan re got, xelk bi temamî baweriya xwe bi we tîne û piştgiriyê dide bangawaziya we.
Baweriya wan bi we û nerînên we heye lê ew ji ber pêvajoyên berê bi guman û dudil in.”
“Ji bo vê dixebitim”
Li gorî gotina biraziyê Omer Ocalan, Abdullah Ocalan di bersiva axaftinê de aniye ziman:
“Mafê xelkê ye ku bi vî awayî bifikire lê ez bi biryar im ku vê pêvajoyê bimeşînim û bi ser bixim.
Hêviya min jî heye û ji bo vê dixebitim.”
Ocalan 27ê Sibatê bangî Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku kongreyê li dar bixin, xwe fesix bikin û çekên xwe deynin.
PKKyê 2 rojan piştî bangê ragihand, bi şertê ku Ocalan beşdarî kongreyê bibe, ew dê pêbendî bangawaziyê bibin.
Parlamenterê DEM Partiyê derbarê banga Ocalan jî da zanîn:
“Me ji birêz Ocalan re got, Neteweyên Yekbûyî, Almanya, Amerîka, Rûsya û Çîn, piştgirî û pêşwaziyê li bangawaziya Aştiyê û Civaka Demokratîk dikin.
Wî jî nerînên xwe yên di vî warî de anî ziman.”
Ocalan di hevdîtinê de derbarê ahengên Newroza îsal ên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî çend pirs kirine û parlamenterê DEM Partiyê dibêje:
“Me jê re got, di ahengên Newrozê de xelkê piştgirî da pêvajoyê û bangawaziya we.
Li Rojava û Rojhilat jî aheng gelekî baş bi rê ve çûn.”
“Divê maf û hiqûqa Elewiyên Nûsayrî bêne parastin”
Meha Adarê li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê ku 2 parêzgehên berava deryayê ya Sûriyeyê ne û piraniya şêniyên wan Elewî ne, şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û çend komên çekdar de derketin.
Li gorî Rêxistin Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 973 sivîl û 250 çekdarên Elewî, her wiha 230 kes ji hêzên ewlehiyê yên desthilata Sûriyeyê hatine kuştin.
Li gorî gotina parlamenterê DEM Partiyê, Abdullah Ocalan di hevîdtinê de “rexne” li desthilata Sûriyeyê girtine û her wiha derbarê aloziyên di navbera desthilata Sûriyeyê û komên çekdar de gotiye:
“Em vê qebûl nakin, tiştekî bi vî rengî nabe, em komkujiyên li hemberî Elewiyan rast nabînin.
Çend kes hatin qetilkirin? Min jî got, zêdeyî 2 hezar kesî hatin qetilkirin.
Got, Jin, zarok... kî dikeve ber wan qetil dikin. Ev rêbazeke DAIŞê ye. Em vê qebûl nakin.
Divê maf û hiqûqa Elewiyên Nûsayrî bêne parastin.
Divê maf û hiqûqa Durziyan bêne parastin.
Sîstemên ku dişibe sîstema Kurdan dikarin ava bikin.
Dikarin bi hev re têkiliyê deynin û van rêbazên DAÎŞê qebûl nekin.
Dikarim bibêjim ku birêvebiriya navendî ya li Sûriyeyê ya niha rexne kir.”
Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê rêjeya dengên DEM Partiyê pirs jê kirine û wî jî gotiye ku niha derdora ji sedî 13an e.
Rêberê girtî yê PKKyê derbarê vê yekê jî rexne li DEM Partiyê girtine û gotiye:
“Ev rêje divê bibe ji sedî 20, potansiyel di ser rêjeya ji sedî 20 re ye. Divê bixebite.
Hûn naxebitin. Ji axaftinê bêhtir divê bixebitin. Di nava gel de divê xwe bi rêxistin bike.
Potansiyela vê partiyê heye. Ji axaftinê bêhtir divê xwe li mal bi mal, kolan bi kolan bi rêxistin bike.
Ez ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse