Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya duyem saz bike

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Pêvajoyê Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku Wezîrên Navxwe û Parastinê û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) jî beşdar dibin dê îro civîna xwe ya duyem saz bike.

Civîn dê ji çapemeniyê re girtî be û belgeyên civînê jî dê veşartî bin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin roja Sêşemê civîna xwe ya yekem saz kiribû û nav û rêbazên xebata komîsyonê hatibûn diyarkirin.

Komîsyon dê civîna xwe ya duyem îro demjimêr 14:00an saz bike.

Civîn dê ji çapemeniyê re girtî be û belgeyên axaftinên beşdaran jî dê veşartî bin.

Her wiha di civîna îro de eger biryar were dayîn dê 3 endamên nû tevlî komîsyonê bibin û hejmara endamên CHP, AK Partî û DEM Partiyê dê zêde bibin.

Tê pêşbînîkirin ku komîsyon li ser pêvajoyê sererastkirinên yasayî yên pêwîst diyar bike û di vê çarçoveyê de bixebite.

Her wiha komîsyon dê kar û xebatên xwe di mehên Tebax û Îlonê de bidomîne û bi vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê re 1ê Çiriya Pêşînê pêşniyarên xwe yên li ser yasayan pêşkêş bike.

Piştî ku di komîsyonê de çarçoveya yasayên pêwîst were amadekirin, ev dê di komîsyonên pisporiyê yên pêwendîdar de werin gotûbêjkirin û veguherandin pêşnûmayên yasayan.

Di vê çarçoveyê de tê payîn ku komîsyon li ser sererastkirinên wekî “Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê, Qanûna Cezayê ya Tirkan û Yasaya Înfaza Cezayê” xebatan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin