Li Çanakkaleyê şewateke mezin derket: 4 tawanbar hatin desteserkirin

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Çanakkale Agirê Daristanan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Bayramîçê ya parêzgeha Çanakkaleyê şewateke mezin a daristanê derketiye û tîmen agirvemirandinê hewl didin agir vemirînin

Hat zanîn ku ji ber bayê bihêz agir di demeke kurt de belav bûye.

Ji ber metirsiya şewatê 5 gundên bi navên Saçakli, Ahmetçelî, Doganca, Zeytînlî û Pitirellî hatine valakirin.

Agir gihişt gundê Saçakliyê û li wir gelek mal bi temamî şewitîne.

Yumakli: 4 gumanbar hatine desteserkirin

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli derbarê şewatê de daxuyaniyek da û ragihand ku şewata li navenda Çanakkaleyê bi piranî hatiye vemirandin lê şewata li Bayramîçê ji ber bayê bihêz hîn jî li erdên çandiniyê û daristanan berdewam dike.

Yumakli da zanîn ku derbarê sedema derketina şewatan de lêpirsînê dest pê kiriye û got, "Heya niha 4 gumanbar ji ber vê sedemê hatine desteserkirin û lêpirsîn berdewam dike."

Wezîr diyar kir ku ji bo vemirandina her du şewatan 11 balafir, 9 helîkopter û nêzîkî 900 personel di nav xebatê de ne.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê eşkere kir ku ji ber şewatê bi giştî 654 welatiyên ji 5 gundan hatine veguhastin û 24 kes jî ji ber dûkelê jehrî ketine û rakirine nexweşxaneyê.

Yumakli hişyarî da ku dê hefteyekê li herêmên Marmara û Egeyê rîska şewatê bilind be û got, "Mixabin ji sedî 96ê şewatên îsal ji ber mirovan derketine.

Ji kerema xwe li derve agir vênexin û li hemberî her tiştê ku dibe sedema şewatê baldar bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst