Tirkiyeyê bîlançoya şewatan eşkere kir

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Daristan Şewat Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ragihand ku li 7 parêzgehan di encama agirê ku bi daristanan ketiye de 132 cih şewitîne û 66 ji wan avahî bûne.

Murat Kurum îro li ser medyaya civakî derbarê zererê agirê ku bi daristanan ketiye peyamek belav kir.

Kurum diyar kiriye ku agirên daristanan yên ku 20ê Tîrmehê dest pê kiribûn û heta niha didomin bi giştî hatine konrtolkirin û wan dest bi kar û xebatên tespîtkirina zereran kiriye.

Li gorî daxûyaniyê li parêzgehên Karabuk, Bîlecîk, Sakarya, Uşak, Antalya û Bursa yên Tirkiyeyê û li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi giştî 132 cihên nîştehcihbûnê zerer dîtine û hilweşiyane.

Kurum da zanîn ku heta niha hatiye tespîtkirin ku li Karabukê 74, li Bilecikê 16, li Sakaryayê 12, li Uşakê 13, li Antalyayê 7, li Bursayê 5 û li Mereşê 5 cih şewitîne ku 66 ji wan avahî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst