Agirê ku 7ê Îlonê bi daristanên Mersînê ket her diçe belav dibe û nêzîkî gelek gund, mezra û rêyên serekî bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku ji duh sibehê ve bi daristanên derdora navçeya Gulnarê ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiye ketiye hat kontrolkirin.
Agirê ku li Mêrsînê bi daristanê ket piştî midaxeleya ji beja û asîman ve hat kontrolkirin.
Tîmên vemirandina agir bi hewayî û bejayî hewl dan agir vemirînin piştî rojekê nikarîne kontrol bikin. Şevê din ji ber agir nêzîkê gundan bû, gelek cihên niştecihbûnê hatin valakirin. Heta niha jî sedema derketina agir nediyar e.
Derbarê hewlên vemirandina agir de Waliyê Mersînê Ali Hamza Pehlivan got: “Kar û xebatên me berdewam in. Di demjimêrên sibê de li gundê Buyukecelî agir destpêkir û ji ber ba di demek kurt de belav bû. Ji ber wê li vê navçeyê 110 mal hatin valakirin û 450 welatî ji vê deverê hatin derxistin. Bi 29 helîkopter û 11 firokeyan duh ji sibehê ve heta êvarî û bi şev jî 3 helîkopteran hewl dan agir vemirînin. Ji bejahî jî 108 otomobîlên agir vemirandinê hewl didin agir vemirînin. Her wiha 850 karmendên vemirandina agir li ser kar in. Nêzîka 20 toma jî hatine vir û ew jî beşdarî vemirandina agir bûne.”
Agirê ku 7ê Îlonê bi daristanên Mersînê ket zû belav bû û nêzîkî gelek gund, mezra û rêyên serekî bû. Lewra şevê din rêya navbera Mersîn û Antalyayê hat girtin. Li gor agahiyan heta niha bi giştî 790 welatî ji malên wan hatine derxistin û 303 mal hatine valakirin. Herwiha 7 kes ji tîmên vemirandina agir birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî diyar kir ku şewata li Gulnarê bandor li ser 25 kesan kir û ji bo 8 kesan çareserî tê kirin û rewşa yekî jî giran e.
Serokê Daîreya Agirvemirandinê yê Gurgumê Fatih Yoldaş jî got: “Heta ku agirê li vê herêmê destpê kiriye were kontrol kirin, kar û xebatên me dê berdewam in. Em bo her erkekî amade ne.”
Bo vemirandina agir tîmên agirvemirandinê ji parêzgehên Adana, Antalya, Karaman, Konya û Mereşê jî hatine. Herwiha tîmên AFAD, UMKE, cendirme û welatiyên navçeyê jî beşdarî vemirandina agir bûne.
Li Tirkiyê di sala 2022an de çendîn bûyerên agirê daristanan li parêzgehên Antalya, Çanakkale, Manîsa, Hatay, Mugla, Kutahya, Mêrsîn, Îzmîr û Edenê çêbûne ku di wan de 5,415 hektar daristan şewitî ne. Herwiha di wan bûyeran de 59 kes jî birîndar bûne. Di sala 2021an de jî li 53 parêzgehan agir bi 299 daristanan ketibû û 178 hezar hektar daristan şewitî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse