Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dîsa bang li Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Soylu kir ku dest ji kar bikişîne. Kiliçdaroglu got “Ew dibêje di hefteyekê de 5 hezar firoşkarên madeyên hişbir têne girtin. Ma ev der Kolombiya ye, Bogota ye, em rêzefîlma Narcos, fîlma wê temaşe dikin?”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî.
Kiliçdaroglu got ku Tirkiye di çata rêyê de ye û dibêje “Li welatekî qanûna ku desthilatê derxistiye çima 191 caran diguherîne? Di qanûnan de, di danezanan de, di teblîxan de tê kirin. Sedema sereke ya mijûlbûna bi vê qanûnê çi ye? Sedema sereke ew e ku veguheztina dewlemendiyê pêk bînin.”
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku desthilatê dest daniye ser kasaya Bankeya Navendî û got “Ji ber ku dest danîne ser kasaya Banka Navendî, di kasaya Bankaya Navendî de centek jî tine.”
Serokê Giştî yê CHPê jî bal kişand ser daxuyaniya Suleyman Soylu û wiha axivî “Ew dibêje di hefteyekê de 5 hezar firoşkarên madeyên hişbir têne girtin. Ma ev der Kolombiya ye, Bogota ye, em rêzefîlma Narcos, fîlma wê temaşe dikin? Di mehekê de 20 hezar, di salekê de dike 260 hezar kes. Di ser de jî yên nayên girtin dike 1 milyon. Bi bixwe li xwe mikur tên lê bi min de aciz dibin. Yê ku rastiyê dibêje ji deh gundan tê qewirandin. Doz vedikin, zen dikin du dê Beg Kemal paş de gav biavêje.”
Herwiha Kiliçdaroglu got “Eger mirovek yek gram rûmet pê re hebe, yek deqe nasekine, dê dest ji kar bikişine.”
Kiliçdaroglu axavtina xwe wiha berdewam kir:
“Hewl dan bi min re li hev bikin, li dîwar qelibîn. Li ber Kiliçdaroglu dîwarên ku hûn nikarin derbas bikin hene. Ew dîwarê gel e. Gava duyem avêtin lê nihartin. Ez bang li vana dikim. Dê berbijêrê serokkomarê sermayedarên taûeron na, şeş rêberên bi rûmet diyar bikin. Em dê di hilbijartina yekem de tabloyê serobino bikin. Pirsa giring ew e ku em dê çewa kurmiya sîstemê paqij bikin? Doz li min vedikin.
Polîs can û kezeba min in ew Beg Kemal çi ye dizanin. Ew dizanin ki muameleya robotê bi wan dikin. Bila ti kes nîgeran nebe. Avahiya qirêj a ku polîsên me ber bi întîharê ve dibe, niha hewl didin Serokê me yê Şaredariya Stenbolê ji aliyê siyasî vebê qedexekirin. Ekrem Îmamoglu gepeke mezin e. Di qirika te de asê bimîne û bisekine. Em Îmamoglu bi we nadin xwarin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse