KOCAELÎ - Depoya parfumê şewitî, 6 kes mirin

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kocaelî Şewat Dîlovasi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîlovasiyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di depoyeke parfumê de şewat derket û 6 kes mirin

Li Taxa Mimar Sînan a Kolana Mimar Sînanê, di depoyeke ku parfum lê dihat çêkirin ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên îtfaiyeyê çûn herêmê û agir hat vemirandin.

Waliyê Kocaeliyê Îlhamî Aktaş ji diyar kir ku şewata li Dîlovasiyê hatiye vemirandin û di bûyerê de 6 welatî mirine.

Her wiha hat zanîn ku xebatên tîman didomin û derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsînan dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst