Hewlêr (Rûdaw) - Astrolog Hîlal Saraça ku behsa nexweşiya Devlet Bahçelî kiribû hat girtin.
Hîlal Saraçê li ser nexweşiya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî postek belav kiribû.
Hîlalê gotibû ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e û beyî ku navê wî bîne gotibû “Ew hilbijartinên pêşwext nabîne.”
Hîlalê şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew tê desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got:
"Derbarê kesa bi navê 'Hîlal Saraç' a ku li platforma 'X'ê heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kiriye lêpirsînê dest pê kir.
Piştî ku îfadeya wê hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve hat girtin."
Divê were gotin ku Devlet Bahçelî çend roj berê ji dilê xwe emeliyat bûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse