Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Hêza ti kesî nagihîje ku xelkê Xezeyê ji niştimana wan a ebedî derxe.”
Recep Tayyîp Erdogan beriya gera xwe ya Asyayê li ser rojevê axivî.
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê belavkirina Filistîniyên li Xezeyê û wiha got:
"Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim, ji bo me ti aliyekî pêşniyarên îdareya nû ya Amerîkayê ya derbarê Xezeyê de ku bi zextên lobiya sîyonîst hatine rojevê, ne hêjayî dîtin û gotûbêjan e.
Ev beyhûde ne. Hewldanên pûç û vala ne."
Serokê Amerîkayê Trump beriya bi hefteyekê diyar kiribû ku divê Xezeyî ji bajêr derkevin û Xeta Xezeyê bikeve bin kontrola Amerîkayê.
Trump gotibû "Ti lez û beza me ya li ser vê mijarê tune."
Serokkomarê Tirkiyeyê dê di çarçoveya gera xwe ya Asyayê de biçe Malezya,Endonezya û Pakistanê.
Erdogan dê tevlî Civînên Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind bibe.
Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinan de rewşa Xezeyê û Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên cihanê bên gotûbêjkirin.
“Xelkê Xezeyê dê welatê xwe biparêze”
Erdogan beriya ziyaretê li Balafirgeha Ataturkê di konferanseke rojnemevaniyê de got:
"Piştî 15 mehan dorpêçeke giran, alîkarî gihiştin Xezeyê kirin.
Em dibînin ku di serê rêveberiya Îsraîlê de ne mayîndekirina agirbestê lê planên bêhtir xayîn hene.
Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim, ji bo me ti aliyên pêşniyarên ku rêveberiya nû ya Amerîkayê bi zexta lobiya siyonîst derbarê Xezeyê de aniye rojevê, ne hêjayî guhdanê û gotûbêjê ne. Ev hewldanên bê wate ne.
Hêza ti kesî nagihîje ku xelkê Xezeyê ji niştimana wan a ebedî derxe.
Hêza ti kesî nagihîje ku xelkê Xezeyê ji niştimana wan a ezeli û ebedî derxe.
Xeze, Rojava, Quds û Filistîn a Filistîniyan e. Digel hemû êrişên Îsraîlê, gelê Xezeyê ku axa xwe bi cih nehiştiye, dê xwedî li Xezeyê derkeve.
Di axaftina xwe ya li Maleziyayê de, em dê tiştên ku divê li Xezeyê bên kirin parve bikin."
Erdogan: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê"
Erdogan behsa hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şer (Colanî) re jî kir wiha got:
"Em bawer dikin ku di bin serokatiya Ehmed Şer de dê Sûriye di demeke nêzîk de bigihîje aramiyê.
Li herêmên cuda yên welêt, bi dîtina gorên bi kom re, rûyê xwînî yê rejîma Esed û şebîheyên wî derdikeve holê.
Li Sûriyeyê ti cih ji bo rêxistinên terorê nîne. Niha têkoşîna ku birêz Şer li wir dimeşîne, têkoşîneke li dijî rêxistinên terorê ye.
Divê rêxistinên terorê li ser axa Sûriyeyê çekên xwe deynin. Me ev yek bi Şer re gotûbêj kir.
Girîng e ku li Sûriyeyê aramiyeke mayînde were pêkanîn.
Min bi xwe ji devê wî hestên wî bihîstin. Gelek kom xwe fesih dikin û tevlî artêşa Sûriyeyê dibin.
Divê DAIŞ-PKK-YPG û rêxistinên terorê fêm bikin ku li ser axa Sûriyeyê ti cihê wan nîne.
Ev ji bo me jî gef in. Têkbirina wan pêwîst e. Ti toleransa me ji bo wan nîne. Me ev yek li ser axa xwe bi ser xist, em dê li bakurê Sûriyeyê jî vê yekê bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse