Erdogan û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê civiyan

09-07-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Numan Kurtulmuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.

Numan Kurtulmuş îro her wiha bi Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re civiya.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re peyamek belav kir.

Kurtulmuş di peyama xwe de anî ziman:

“Bi pêşwazîkirina Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan li parlamentoyê, gelekî kêfxweş im.

Piştgiriya Serokkomarê me ya ji bo kar û xebatên parlamentoyê ji bo me çavkaniyeke mezin ya hêzê ye.

Ji ber pîrozkirina hilbijartina min a ji bo dema nû spasiyên xwe pêşkêş dikim.”

Di heman rojê de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Kurtulmuş jî civiyabûn û li ser pêvajoya çekdanîna gerîlayên PKKyê gotûbêj kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin