Kabîneya Tirkiyeyê bi rojeva Sûriye û pêvajoya çareseriyê dicive

17-07-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Rojeva sereke ya civînê pêvajoya çareseriyê, rûdanên li Sûriyeyê û şewata daristanan e.

Ev civîn piştî hevdîtina Erdogan û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş a li ser avakirina komîsyona pêvajoya çareseriyê pêk tê.

Pêvajoya aştiyê û komîsyon

Rojeva sereke ya civînê pêvajoya aştiyê ye ku desthilat pêvajoyê wekî "Tirkiyeya bê teror" bi nav dike.

Di civînê de dê komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin û rewşa dawî ya li qadê were gotûbêjkirin.

Erdogan Kurtulmuş û Kurtulmuş jî îro li ser heman mijarê civiyabûn.

Piştî merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê ya 11ê Tîrmehê, avakirina komîsyonê wekî gava yekem tê dîtin.

Tê payîn ku Numan Kurtulmuş roja înê bi nûnerên partiyên siyasî re bicive da ku şêwaz û naveroka komîsyonê zelal bibe.

Rewşa dawî ya Sûriyeyê

Li aliyê din, tê payîn ku di civîna kabîneyê de rûdanên dawî yên li Sûriyeyê jî werin gotûbêjkirin.

Pevçûnên di navbera komên Durzî û rejîma Şamê de û bombebarana Îsraîlê ya li Sûriyeyê jî mijarên sereke yên civîna kabîneyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin