Hewlêr (Rûdaw) - Civîna duyem a "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi awayekî girtî û veşartî hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Îstîxbarata MÎTê Îbrahîm Kalin jî tevlî komîsyonê bûn û zanyarî dan komîsyonê.
Hat ragihandin ku agahî û tomarên civînê dê heta 10 salan veşartî bimînin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di destpêka civînê de tekezî li ser nehêniya dan û standinan kir û got, "Axaftinên vê civînê dê bêne tomarkirin lê bi ti awayî nayên belavkirin.
Ango endamên komîsyonê jî di nav de, ti kes nikare heta 10 salan tomarên civînê bibîne.
Her wiha, tiştên ku li vê komîsyonê hatine axaftin, nabe bi ti awayî li derve werin gotûbêjkirin. Ev biryara me ji bo parastina xebatên komîsyonê ye."
Ji ber ku ÎYÎ Partî tevlî komîsyonê nebû 3 kursiyên ku ji wê re hatibûn veqetandin ji CHP, DEM Partî û AK Partiyê re hatin veqetandin.
“Beşdariya saziyên ewlehiyê girîng e”
Pisporê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytun Orhan, bal kişand ser girîngiya beşdariya Îbrahîm Kalin, Yaşar Guler û Alî Yerlîkaya ya di komîsyonê de û wiha domand:
"Ji bo meşandina pêvajoyê li ser erdê, erka herî sereke dikeve ser milê Saziya Îstixbaratê, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve.
Beşdariya wan di komîsyonê de û nîqaşên wan ên bi opozîsyonê re ji bo lihevkirina navxweyî gelekî girîng e.
Îhtimaleke mezin, komîsyon li ser rewşa PKKyê û gavên ku dê di paşerojê de werin avêtin, hatiye agahdarkirin."
“Divê Pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin”
Li aliyê din, DEM Partî jî li ser pêvajoyê hem bi pêkhateyên xwe re, hem jî bi gel re civînên xwe didomîne.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkkazak derbarê hêviyên xwe yên ji komîsyonê wiha got:
"Eger komîsyon pirsgirêkên hemû beşên civakê, wekî ziman, çand, xwebirêvebirî û statuya Kurdan nîqaş bike, ez bawer im dê pirsgirêk werin çareserkirin."
Her wiha civîna "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” dê 12ê Tebaxê were lidarxistin û tê payîn ku Wezîrê Dadê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî beşdarî komîsyonê bibe û zanyariyan bide komîsyone.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse