Wezareta Veguhestin û Gihnadinê ya Herêma Kurdistanê bi boneya serdana Papa Francis 6 pûlên postan çê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk AKPartî dibêje ew pûla ku di çarçoveya serdana Papa Francis lu Hewlêrê hatiye pêşandina û nexşeya Kurdistanê li ser bû, karê navendeke bûye ku ew jî ji bo berhemanîna dijmantiyê dijî Tirkiyê bû.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li navenda giştî ya partiya xwe li Enqere, di dema kombûna Encûmena Navendî ya AK Partiyê de civîneke rojnamevanî saz kir.
Omer Çelîk amaje bi wê yekê da ku ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis jî kirine.
Çelîk têkildarî pûla bi boneya serdana Papa bo Herêma Kurdistanê hatibû çêkirin got: “Ew li çend cihên cuda ji aliyên çend çînên cuda ve tê kirin, ew karekî nerast û şaş e. Berê jî nexşyeke bi vî awayî li Fransa derketibû, Ermenistan jî car caran dike, karê hinek navendan ye bo dijminatiya Tirkiyê ye.”
Bi boneya serdana Papa Francis bo Hewlêrê Wezareta Veguhestin û Gihnadinê ya Herêma Kurdistanê 6 pûlên postan çê kir yek ji wan nexşeya Kurdistanê li ser e.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse