Tuncer Bakirhan bersiv da Bahçelî: Ne karê me ye

10-03-2025
Nîşan Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî Çekdanîn YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiv da Bahçelî û got ku mijara çekdanînê û mixatabên banga Ocalan ne karê wan e.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, piştî banga danîna çekan a Ocalan dest bi serdanên partiyên siyasî kir.

Şande îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi EMEPê re civiya.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da û pirsên rojnameran bersivandin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî gotibû ku banga Ocalan YPGyê jî li xwe digire.

“Ne karê me ye”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha bersiv da van gotinan:

"Nameya Birêz Ocalan çûbû. Bersivên wê nameyê jî hatibûn dayîn.

Ji ber ku me naveroka nameyê û bersiva hatî neditiye divê em niha nebêjin ka bangê çi qas û çi cih hewandine, ev ne karê me ye."

Bakirhan anî zimên ku nameyeke Ocalan ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re jî çûye.

“Ne em mixatebê bangê ne”

Wî diyar kir ku ew bi naveroka nameyê û bersiva wê nizanin û wiha axivî:

"Pêwîst nake ku em careke din bersiva pirseke ku bersiva wê hatiye dayîn bidin.

Di vê demê de divê em bala xwe bidin çareserkirina pirsgirêka Kurdan a ku aborî û enerjiya Tirkiyeyê dadiqurtîne û dibe sedema windabûna jiyana mirovan.

Ne em mixatebê bangê ne. Em ne nûnerên HSDyê ne jî. Em tiştê ku me xwendiye û fêm kiriye dibêjin.

Me ji çapemeniyê re jî got. Bang behsa demokrasiyê dike, behsa aştiyê dike. Bang ji civaka Tirkiyeyê re dibêje ku êdî divê Tirkiye pirsgirêkan bi diyalog û dan û standinan çareser bike.

Rastir e ku ev ji mixateban were pirsîn. Nameya Birêz Ocalan çûbû. Bersivên wê nameyê jî hatibûn dayîn.

Ji ber ku me naveroka nameyê û bersiva hatî neditiye divê em niha nebêjin ka bangê çi cih çi qasî hewandine, ev ne karê me ye."

Bakirhan wiha bersiv da pirseke rojnamegerekî ya bi rengê, "Birêz, we niha behsa nameya ku HSDyê re çûye kir, ne?"

"Hevalno, bi ya min em pirsên ku me berê bersiv daye careke din li vir ducare nekin.

 Di rastiyê de Tirkiye ketiye pêvajoyeke gelekî girîng.

Bangek hat kirin ku dê hawîrdora pevçûn û tundiyê ya ku 50 sal in didome ji holê rake û em hemû li ser zemînekî demokratîk bi hev re û wekhev bijîn.

Ez difikirîm ku divê em bala xwe bidin vê yekê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst