Prof. Celal Şengor bar dike: ‘Dê Stenbol hilweşe!’

10-09-2023
Nîşan Celal Şengor Stenbol Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Profesorê Jeolojiyê Dr. Celal Şengor biryar da ku ji Stenbolê bar bike.

Celal Şengor li ser sedema barkirina xwe got, “Faya erdhejê di ber mala min ve diçe, dê Stenbol hilweşe!”

Şengor, da zanîn ku dê li Stenbolê erdhejeke mezin çêbibe û dê piştî erdhejê birçîbûn û talan dest pê bike.

Celal Şengor, bersiv da pirsên Fatîh Altayliyê rojnameger.

“Dê talan dest pê bike”

Şengor amaje pê kir ku dê piştî erdhejê li Stenbolê şewat dest pê bike û pê de çû:

“Piştî erdhejê dê şewat dest pê bike. Tu dê bi kû ve birevî? Dê talan dest pê bike.

“Dê Stenbol hilweşe”

Kula min ne ew e ku dê mala min birûxe, dê Stenbol hilweşe. Ku bi temamî nerûxin jî dê 60-70 hezar avahî hilweşin.

Ji bo xebatên rizgarkirinê dê kes nikaribe bikeve kolanan. Dê kaos rû bide, yên ku sax bimînin jî dê bi rojan û belkî bi hefteyan nikaribin derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin